AMED – Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 155’emîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 142’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 116’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 117 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 42’emîn de didome.
ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP’Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 97 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 87, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 95 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 44 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 90 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 89 roj, Husên Yildiz 84 roj, Hasbî Çakici 83 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 82 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 78 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 73 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 66 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 55 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 26 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 47 roj, Gulebax Celal 26 roj in di greva birçîbûnê de ne.
GIRTIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.