NAVENDA NÛÇEYAN – Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji 1’ê Adarê û vir ve greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome.
Dayikên Aştiyê ji bo ku xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û demildest tecrîd bi dadwî bibe, li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê dabûne destpêkirin.
Rêxistinên bajêr û navçeyê ya HDP’ê ya Stenbolê îro ji bo desteka li çalakiyê çûne Gebzeyê.
Piştî meşê çalakiyê berdewam kir.