NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hewlêrê gelek kes hatin ba hev û xwestin faîlên Enfalê werin darizandin.
Çalakiya li Hewlêrê li pêşiya avahiya Wezareta Edaletê ya Herêma Kurdistanê û li pêşiya Avahiya Serdozgeriyê hate lidarxistin. Çalakgeran daxwaznameyek dan Wezareta Edaletê û Serdozgeriyê ya ku tê de 14 xal hene.
Malbatên cangoriyên Qetlîama Enfalê û yên ku ji qetlîamê rizgar bûne li pêşiya Dadgeha Silêmaniyê hatin ba hev. Li pêşiya dadgehê hate diyarkirin ku “Divê meaşên girtiyên siyasî û yên ku ji Enfalê rizgar bûne, di demeke kurt de were dayîn.”
Li Kifriyê jî ji ber salvegera Qetlîama Enfalê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Pêşangeheke wêneyan a li ser Enfalê hate vekirin.
Qetlîama Enfalê ji aliyê Saddam Huseyîn di sala 1988’an de hate kirin û herî kêm 180 hezar sivîl hatin qetilkirin. Ya herî xedar jî Qetlîama Helepçeyê bû û bi çekên kîmyewî bi hezaran kes hatin qetilkirin.