ENQERE – Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatî kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin û ev doz didome. Danişîna 17’emîn a “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” ku di raya giştî de tê nasîn li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Bersûc beşdarî danişînê nebûn û parêzera gazindar Senem Doganoglu û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn.
Di çarçoveya vê dozê de Fermandarê Cendermeyan Albay Hasan Attîla Ugur ê teqewît, Fermandarê Cendermeyan ê Amedê Albay Eşref Hatîoglu, Fermandarê Yekîneya Cendermeyan Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan ên wê demê û cerdevan Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr bi sûcdariya “rêxistina çekdar avakirin û birêvebirin, endamtiya rêxistina çekdarî û mirina bi sêwirandin” tên darizandin.
DAXWAZA ‘REDA DAGERÎ’ RED KIRIN
Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. Mazereta parêzerên beşdar nebûn hat xwendin. Ji ber guhertina heyetê zabitên berê hatin xwendin. Parêzer gazindar Erdal Kuzu ji ber mazeretê beşdarî danişînê nebû û daxwaza wî ya “reda dadgerî” ku dabû, hat eşkerekirin ku ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatiye redkirin. Pişt re parêzer Senem Dogan axivî û got: “Ji bo em di derbarê esasê de beyan bikin daxwaza demê dikin.”
DOZGER MUTALA NEDA
Di danişînek berê de biryar hatibû dayîn ku dozger mutala xwe bida. Lê ji berk u dozger diyar kir ku dosya gellek çarçoveyê wê hene û got: “Ji bo em mutala xwe amade bikin dem dixwazin.”
Heyeta dadgehê biryara navberê da û ji bo dikaribin demê bidin parêzeran, biryara bersûc Mehmet Salîh Kiliçarslan ê li Saziya Înfaza Ceza ya Semsûrê dimîne di danişînek din de bi SEGBÎS’ê amade be nivîs ji Saziya Înfaza Ceza re bê şandin da.
Danişîn taloqî 28’ê gulanê hat kirin.