HARTÛM – Tifaqa Azadî û Guherînê ya ku pêşengiyê ji çalakiyan re dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Rejîmê darbeyeke leşkerî kir û li hemberî gelê me, heman kes pêşkêş kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li pêşiya biryargeha giştî ya li Hartûmê û li welat çalakiyên xwe yên rûniştinê bidomînin.”
Artêşê îro diyar kiribû ku rejîm hatiye belavkirin û dîktator Omer El Beşîr ê ku 30 sal in, desthilatdar e ji peywirê hatiye stendin û girtin.
Artêşê diyar kir ku ‘konseyeke demdemî ya leşkerî’ ava kirine û 3 mehan qedexeya derketina derve ragihandine.
Gel daket kolanan û ketina rejîmê pîroz kir lê piştî daxuyaniya Wezareta Parastinê kêfxweşiya wan veguherî hêrsê.