NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re diyar kirin ku di saetên vê êvarî de li bajarokê Qebasîn ê Babê mayînek ku bi wesayîteke çeteyên dagirker ên dewleta Tirkiyê ve hatibû bicihkirin, teqiya.
Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên çeteyan hene. Heta niha kesî teqînê negirtiye ser xwe.