“Li Reqayê jinên ku ji destê Daîşê filîtîn çarşevên xwe şewitandibûn. Tê zanîn ku daxuyaniya azadkirina Reqayê ji aliyê hêzên YPJ’ê ve hatibû kirin. Hêzên YPJ’ê ku wek fîzîkî di qedandina Daîş’ê de jî pêşengiyê kiribûn, di azadkirina Reqayê de ev daxuyaniyê dabûn; “Êdî jin, di qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî de xwe ji rejîma mêtingeriya zilaman xelas kirin û bi hêzêk mezin ve jî ji pirsgirêkan re bûn çareserî. Jin bi çavdêriyê xwe ve bûne xweşikahiya jiyanê û avakerên exlaq. Avabûna artêşa jinan, ji hêzên ku li Suriyê heyî re bû bersiv. Wek tê zanîn artêşa jinan, li hemberî Ehrar El Şam, El Nusra û di dawiyê de li hemberî Daîş’ê ji bo gelên Suriyê bûn gaveke mezin.“
Jinên YPJ’î ku ji jinên Rojhilata Navînî re hêvî didin, pêşengiya şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navînê jî dikin. Serhildanên ku bi pêşengiya jinên ciwan pêşdikevin, di derbasbûna pergala cîhanê ya nû de wek destpêka afirandina azadiyê tê hesibandin. Têkoşîna Azadiya Jinan her ku diçe mezintir dibe û diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî“ jî li çar aliyên cîhanê tê bilevkirin. Bi pêşengiya jinan, tunekirina pergala ku ji hişmendiya zilamparêziyê hatiye avakirin her roj ku diçe zêde dibe û dîsa pergala cîhanê ya nû ku ji aliyê jinan ve hatiye afirandin her diçe berbelav dibe. “Şoreşa Jinan” ku li Rojava û Bakurê Surî pêşketiye, ji jinên Rojhilata Navînî re wêrekiyê dide û êdî jin dibêjin “Di vî şerî de em jî hene“.
Polîtîkayên rejîma Îran a faşîst li hemberî jinan diyar e. Ligel vê yekê dîsa jî sala par di serhildanên ku dij-rejîmê de jinên ciwan bi rengên xwe li qadan bûn.
Di sala 1979an de, ji bo jinan laçik mecbur hat kirin û rojekê şûnde bi hezaran jin neçûn ser kar û meşek girseyî li dar xistibûn. Piştre jî gelek jinên femînîst hatibûn girtin. Her çiqas dixwazin jin pasîfîze bikin jî jin, di paş de nesekinî û li hemberî qedexeyên rejîma zordest dengê xwe derxistin. Berxwedana jinan, bi qampanyayên ku di demên dawî de li ser tora civakî hatibûn lidarxistin re hîn zêdetir hat dîtin û jin jî qadek nû qezenc kirin. Piştî jinekê ku laçika xwe hejandibû, gelek jin laçikên xwe hejandin. Li gel vê têkoşîna jinan ku li hemberî zagona laçikê û zagonên dij-jinê derdikevin, bi xwestekên serhildana heyî ve di nav hev de ne.
Jinekê di xwepêşandinê de dibêje; “Karker, ji kar tên avêtin. Pîşegeh (fabrîqe), heqê karkeran nade. Çima em bêdeng bin?“. Jinek din jî dibêje; “Di temama rojê de em dixebitin. Bi mehan heqê xwe nikarin bistînin. Em dereng man lê em li vir in. Do ciwanek ji min re got ku ’We ew rejîma oldar anî`. Niha jî ji bo ku em xeletiyên xwe sererast bikin çalakî pêk tînin. Ez ê laşê xwe ji bo we wek mertala bi kar bînim. Bi vî awayî hûn ê derbikevin qadan û dikarin çalakiyê pêk bînin“. Dîsa jinek ku li ber Zanîngeha Tehranê laçika xwe derxistibû dibêje; “ Li hemberî êrîşa xazê min diruşmeya piştevaniyê diavêt. Ji ber ku ez jî li wir bûm serfiraz im. Dengê jinan geş û wêrek bibû. Jinan, bêyî ku bitirsin derdiketin li hemberî polîsan.“
Li welatê Efrîqa Sudanê jî pêşengên serhildana ku ji ber bihabûna jiyanê û îstîfakirina Serekê dewletê ya 30 salî Omer El Beşîr di meha Kanûnê de dest pê kiribû, jin in. Alaa Salaha 22 salî wek sembola vê serhildanê ye û di çapameniya cîhanê û tora civakî de derkete pêş. Salahê ku malpera Buzzfeed lê gihîşt got ku “ Ez di Zanîngeha Hartumê ya Navneweyî de beşa endezyariyê dixwînim“. Jina ciwan ku şoreşê diqîre, çapameniya cîhanê hejand û jinek heke bixwaze dikare çi bike raxist ber çavan. Desthilatdariya Sudanê ket û hemû girtiyên siyasî serbest hatin berdan; belê ev encama serhildana Alaayê ku bi cilê xwe yê spî şoreş diqiriya ye. Niha hemû jinan bi yek dengî şoreşê diqîrin.
Rojhilata Navîn, roj bi roj vedigere cewhera xwe. Jin hêsir nabarînin, bi giyana serhildan û tolhildanê têdikoşin, pêşengtiya şoreşê dikin. Wek Alaa jî gotî; “Ne fîşek, bêdengmayîn bikuje“.
Divê ku berî qedandinê bi bîr bixin, jin dibêjin; “Di vî şerî de em jî hene, çavên me vebûn“. Hişmendiya zordest û mêtinger li binê lingên jinan e.”
NC/ Faraşîn Sîdar