NAVENDA NÛÇEYAN – Li Berlînê 6 aktivîsên Elman ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên zindanên Kurdistanê û Tirkiyê û li gelek deverên cîhanê vê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya bi dirûşma ”Leyla-Têkoşîna di dilê me de ye” hate organîzekirin û li meydana ‘Heînrîchplatzê” ya navçeya Kreûzberg a Berlînê bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir. Li meydanê konek hate dîtin û greva birçîbûnê ya ji b 72 saetan dest pê kir.
Aktivistan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û gotin, ”Heke tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike, bi ya me ev ê bi rengekî pozîtîf bandora xwe li ser gelên Rojhilata Navîn nîşan bide.”
‘DIVÊM EM BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA ELMAN BI DAWÎ BIKIN’
Aktivîstan pankarta ”Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” a bi wêneyê Leyla Guven hildan, bi alayên YPG-YPJ’ê daxuyanî dan û gotin rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê di bi rewşeke krîtîk e, daxwazên Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê meşrû ne û bal kişandin ser helwesta medyaya Elman û Hiûmeta Federal ya li bara tecrîdê û grevên birçîbûnê
Aktivîstan gotin, ”Çapemeniya Elman bêdeng e, Hikûmeta Federal jî ji bo ku peyama penaberan û ya çekan a bi Tirkiyê re zirarê nebîne naxwaze vê berxwedanê bibîne. Divê medyaya Elman dawî li vê bêdengiyê bîne û hikûmet demildest tevbigere.”
Aktivîstan her wiha xwestin ku dewleta Elman zexta li ser tevgera azadiya Kurdan bi dawî bike û bang li hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kirin ku piştevaniyê bikin. Daxuyanî bi dirûşmên ”jin jiyan azadî” û bi Elmanî bi dirûşmên ”Ji Ocalan re azadî” qediya.
Bi çarçoweya organîzasyona Komîteya Berxwedanê ya Berlînê, Şemî û Yekşemê saet 16.00’an ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê wê çalakiyên curbecur werin kirin.