WAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî û gellek kesên li derve yên li dijî tecrîdkirian Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê duh li Wanê greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin. Çalakiya li Wanê di roja duyemîn de didome.
Çalakiya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê duh bi 7 kesan dest pê kiribû êvarê 2 kesên din jî tev li bibûn û hejmar derket 9 kesan. Gellek kes diçin ziyareta çalakgeran.