ENQERE – Desteya Hilbijartina Herêmî (YSK), da ku mezbata Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Rezan a Amedê Zeyyet Ceylan ê ji sedî 70.34 dengan hat hilbijartin, bi de namzetê AKP’ê yê winda kiribû. YSK’ê ya namzetiya Ceylan a dikare beşdarî hilbijartinê bibe qebûl kiribû, piştî weke serokê şaredariyê hat hilbijartin bi hinceta KHK’iye biryar da ku mezbata wî nedinê.
YSK’a ku mezbata Hevşaredarê HDP’ê yê Rezanê Zeyyat Ceylan nedayê, biryar da ku mezbata Ceylan bide namzetê AKP’ê Huseyîn Beyloglû yê ji sedî 25,24 şarederiya Rezanê winda kir.