NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajaroka Qeretepe ya ser bi Xaneqînê bi awayekî bi guman jinek 22 salî ya dayika zarokê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên Endamê Rêveberiiya Nexweşxaneya Qeretepe Ehmed Cefer dane, cenazeyê jinekê anîne nexweşxaneyê û şopên ben li stûyên wê ve xuya dikin. Ji bo lêkolînê cenaze ji bo Tiba Edlî ya Kelarê hate rakirin.
Sedema bûyerê nehate zanîn. Hate hînbûn ku polîsan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.