KOLN – Ji demekî ve amadekariyên konferansa Jinên Xwendekar ên Kurdistan (JXK) dimeşin. Bi heycanekî mezin jinên ciwan li benda sibê ne. Sibê wê ji giştî Ewrûpa jinên ciwan, bi teybetî xwendekar, kom bibin ji bo ku perspektîfekî hevpar li ser esasa têkoşîna jinên ciwanên Ewrûpa nîqaş bikin. Konferans wê bi silogana “Bi felsefeya Rêbertî baviksalarî bikuje, hişmendiya jina azad ava bike“ li bajarê Elmanya Kolnê di saet 11:00’an de dest pê bike.
Di derheqê amadekariyên konferansê em bi endama komiteya amadekar a konferansê Arvîn Sozdar axivîn.
Dembaş, wekî ku mirov dibîne hîn amadekariyên konferansa JXK didomin. Konferans wê sibê pêk were. Heta niha amadekarî çawa dimeşin?
Dembaş! Me hîn berî mehan dest bi amadekariyên konferansê kir. Ew konferans wê bibe yekemîn konferansa JXK ya ku dieçerçoveya giştî Ewrûpa de pêk were ye. Lewma heycanekî mezin ji bo hemû endamên JXK heye. Ez bawerim jinên ciwanên enternasyonalîst jî sedî sed kelecan girtin. Amadekariyên me bi amadekirina tiştên teknîkî dest pê kiribûn. Afîş, cih, vexwendin û wan tiştan me amadekir. Pişt re bi teybetî li Elmanya hem kon hatin vekirin, hem jî panel çêbûn. Mînak li Mainzê jinên ciwan panela “Xwebûn” çêkiribûn. Tabi vê derê jî qala konferansê kirin. Heman tişt li Frankfurt û hin bajarên din jî çêbû. Aniha jî em li Kolne amadekariyên dawî çêdikin.
Te behsa jinên ciwanên enternasyonalîst kir…Çima hûn ê konferansa xwe bi awayekî enternasyonalîst dimeşînin?
Em endamên JXK, Jinên Xwenderkar ên Kurdistanê, ne. Ji bo me rizgariya Kurdistanê, azadiya Rêbertî û azadiya jinê mijarên herî giring in. Di şexsên me de hem nasnameya Jin, hem Kurd, hem ciwan hem jî nasnameya xwendekaran dibe yek. Li ser vê esasî rol û misyonên me ne 2 qat in, esas 4 qat in. Û wekî din ser de jî rastiya jiyana diyaspora heye. Wek xwendekarên jin ji bo me belavkirina felsefeya Rêber APO esas e. Felsefeya Rêber APO mifteya rizgariya jinê ye. Çima li Rojhilata Navîn jina Kurd pêşeng e? Ji ber ku jina Kurd bi felsefeya Rêber APO ji nû ve şiyar bû, ji nû ve hêz girt û ev têkoşîn meşand. Jina Kurd li giştî cîhanê nav û deng bû. Herî dawî dîsa Leyla Guven îspat kir ku jina Kurd ji bo bidestxistina azadiya Rêber APO û zindîkirina birdoziya rizgariya jinê ti asteng, ti sinor nas nake. Nefs bile ne astengê. Ew rihê fedayî ji bo me mînakekî mezin e. Me pêwîstî dît ku em bibin laiqî vê pêvojoyê. Di felsefeya Rêbertî de hemû jin dikarin azadiya xwe bibînin. Lewma em dixwazin bi konferansekî fikrên Rêber APO hîn bêtir bikin rojev. Em di vê bawerî de ne ku tenê bi têkoşînekî hevpar ya jinan em dikarin li vir jî, li Ewrûpa encam bigirin.
Ew jî heman demê de armanca konferansa we ye?
Erê. Em dixwazin bi konferansa xwe têkoşîna jinên ciwan bikin yek. Bawer bikin li her derê, li Ewrûpa bi teybetî, nerazîbûyîna jinan mezin bû. Heta cihekî, heta demekî dewletên kapîtalîst jinan bi nexweşiya lîberalîzm bê deng kir, heta ku karibû bike jin dijminê xwe kir, hêza jin perçe kir, bi zehniyeta kapîtalîst jiyana jinan tam xistiye rewşa koletî. Yanî heta demekî wisa meşiya. Dem dem dibe ku lawaz bû, lê ti carê têkoşîna jinan tam xerç nebû. Niha ji bo me wext hatiye ku em tola xwe ji vê sîstema tecavûzkar bigirin. Tolhildan û têkoşîn jî peyvên kolektîf in. Ji bo ku êdî têkoşîna jinê encam bigire û pergala kapîtalîst bide ruxandin ferz e ku em destên hev dû bigirin û li ser armanc û perspektîfekî wekhev bixebitin. Wek beşa herî dînamîk ya civakê, ango jinên ciwan, em rola xwe giring dibînin.
Ji kîjan welat wê tevlîbûn çêbibe?
Li gorî bendewariyên me wê ji Îspanya, Îtalya, Katalunya, Elmanya, Swîsre, Fransa û hin welatên din tevlîbûn çêbibe. Berî me her tim giranî da Elmanya. Lê tecrûbe nîşan didin ku potensiyala şoreşê li welatên din pir mezin e. Me jî li ser vê esasî çerçoveya xebatên xwe firehtir kir.
Programa we çi ye, konferans wê çawa derbas bibe?
Program li gorî plansazî saet 11’an dest pê dike. Ji tevgera Jinên Ciwan ên Azad hevalek wê axaftina vekirinê çêbike. Piştî vê panelekî bi navê “li dijî moderniteya kapîtalîst têkoşîna jinên ciwan bike yek. Li dijî baviksalarî serî hilde, hişmediyekî nû ava bike” heye. Ji 5 welatên cûda wê 6 axaftvan hebin. Em jî tê de ne. Piştî axaftina wan rêxistinan em ê nîqaş ên li ser baviksalarî û perspektîfekî hevpar bimeşînin. Êvarê jî em dixwazin roja yekemîn bi govend û stranên Kurdî bi dawî bikin.
Nexwe roja duyem jî heye?
Rast e. Lê ji ber ku ew konferans konferansa JXK ye di roja duyemîn de em tenê mijarên girêdayî rêxistina JXK nîqaş bikin. Hem mijarên hindurîn hem jî nirxandina xebatan wê çêbibe. Lewma roja duyem tenê ji bo endamên JXK vekirî ye. Hevalên ku dixwazin bibin perçeya xebatên me tabî dikarin tevlî roja duyem jî binin! Em ê pilansazî û biryarên nû bi awayekî kolektîf zelal bikin.
Bangawaziya te ji bo jinên ciwan heye?
Her jinekî ciwan, her Kurdek pêvajoya aniha zane. Em zanin rewş çiqas krîtîk e. Em hemû jî zanin ku em ji demên dîrokî derbas dibin. Ev pêvajo pêvajoya serkeftinê ye. Yan em ê bi serkevin, yan em ê bi serkevin. Lewma ez bang dikim ku her jinekî ciwan enerjiya xwe bide şoreşê, enerjiya xwe biherikînin reya serkeftinê. Ew konferans dikare bibe bersiva pêvajoyê ger ku em hemû jinên ciwan hêza xwe bikin yek. Ez carekî din bang dikim ku hemû jinên ciwan bi kelecanekî mezin tevlî konferansê bibin!
Em ji bo konferansa we ji niha ve serkeftinê dixwazin. Sibê em ê ji nêz ve konferansê bişopînin.