“Ti roj der bas nabe ku nûçeya dawiya dîktatorekî nayê bihistin. Herî dawî dîktatorê Sudan Omer El Beşir piştî desthilatdariya xwe ya 30 salî ji hêzê ket. Li ser torên civakî ketina wî kêlî bi kêlî hate belavkirin. Jina ciwan Alaa Saleh dema bangawaziya Şoreşa Gel kir ev jî kêlî bi kêlî hate belavkirin. Ji niha ve di hişmendiyan de cihe xwe çêkir, bi dengê xwe yê enerjîk û bi sekna xwe ya bi bawer dema bang gel kir begûman ev organîzsyona torên civakî bû.
Welatiyê Sudan gohdarî jina ciwan kir û dîktatorekî piştî 30 salî xist.
Piştî ewqas buyeran pirsa serek ev tê hişê mirov; ‘Di Şoreşa Gelan de rola torên civakî çiye?’
Rêxistinkirin, raya giştî avakirin, agahkirina navxweyî, enformasyon, liv û tevger çêkirin, grubên zext avakirin, ji bo avakirina bandorbuyinekê torên civakî ji bo tevgerên civakî îmkanên xurt e û ev taybetmendiya xwe diparêze. Li cihanê beriya niha di buyerên netewî û navnetewî wek ‘Wall Street Occupy’, ‘Dagir bike’, ‘Bihara Ereban’, ‘Şoreşa Kesk ya Îranê’, ‘Serhildanên Londrayê’, ‘Li Moldova Şoreşa Twitter’, ‘Şoreşa porteqalî’, ‘Berxwedanên Gezî’, ‘Temam e Berdewam e’ bandora torên civakî berbiçav hate ditîn.
Wek navê xwe torên civakî “civakiye” û li kêleka wê hêza rêxistinkirina civakê digre nav xwe.
Gelên ku naxwazin kedxwariya dewletê naperjirînin ji bo azadiya xwe dikevin tevgerê bu bi wan îmkanên serdemê di demê kin de xwe digihînin bi mîlyonan, begûman disa hêza yekan li dijî vê rêxstinbuyinê Kedxwarin. Ji bo ku gel xwe bi rêxistin neke û nekevin nava liv û tevgerê bi qedexeyên ku sinora nasnake dixwaze vê asteng bike. Li vir de dema Tirkî û Îran nikarin qedexeyên xwe bixe pratîkê tirsa di dilê wan de vekirî tê ditîn.
Tirs û qedexeyên kedxwaran nikare pêşî li ber Şoreşê Gelan bigre. Hewldanên dewletên kedxwar di encamê de hertim vala derdikeve û serhildanên gel biserdikeve.”
Harun XWEZA