MEXMÛR – Li Wargeha Mexmur Konferansa Meclisa İştar despêkir. Konferans di 11’ê Nîsanê despê kir û ew ê heya 13’ê Nîsanê berdewam bike. Ji Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê jin tevlî konferansê bûn. Her wiha Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr jî bi renge xwe bi rihê “Serî Hilde, Berxwe bide, Faşizmê hilweşine û Kurdistanê Azad bike” tevlî konferanse bû. Her wiha Koordînasyona Meclîsa İştar Fadîle Tok a ku di greva birçîbuyîna bedem û be dorvegeder de ye jî beşdarî konferanse bû.
‘EM XWEDÎ LI MEŞALEYA AZADIYE DERBIKEVIN’
Kordinasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok di Konferansa Meclîsa İştar de axivî û wiha got:
“Di serî de slavên xwe ji hevalên ku di grevên birçîbûnê de ne, bi taybet jî Leyla Guven, Nasîr Yagîz û hevalên di zindanan de ne re dişînim û konferansa Meclisa Îştar li tevahî jinan pîroz dikim. Di demekî ku berxwedana rumetê ewqasî bilind dibe û di pêvajoyek tecrîdekî girankirî li ser Reberê mirovahiyê heye, bi rastî jî li darxistina konferansa jin pir watedare. Rêberê mirovahiyê, Rêberê Gelê Kurd hemû jiyana xwe ji bo jina Kurd, ji bo civaka Kurd, ji bo Rojhilata Navîn feda kiriye. Ji heft saliya xwe kete vê rêyê û serî li hember zalim u zordaran yên ku xwe li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê dorpêç kirin. Rêberê gele Kurd hember vê ew Kurdistana bi yek vicut xemilandi, êdî çeqel gur û roviya dijminê hov xwestin, Kurdistana xemilandî ji hev belav bikin. Xêr û bereketa wê ji xwere bibin. Gur, rovî u çeqelan li ser şer kirin Kurdistan kirin çar parçe. Ji ber wê yeke gele Kurd bindest hiştin, gele Kurd ji manevyata xwe, ji hebûna xwe, ji xêr u berketa xwe êdî bê par man bê nasname hiştin. Her dewletekê êdî zilmkariya xwe berdewam kir. Lê fikre Rêber Apo di pêşengtiya Mazlum’an, Kemal’an, Xeyriy’an û Sakîne’yan de, di zindana Amedê li Bakurê Kurdistanê li bajarê Xelfetê êdî çavê xwe vekir. Li hember vê zilm u zoriyê êdî dest bi têkoşînê, demokrasiyê, aşitiyê û biratîyê kir.”
‘MAZLUM’AN GOT, BERXWEDAN JIYANE’
Her wiha Fadile Tok da diyar kirin ku; “Rêber Apo got pêwîste êdî gelê Kurd herî birumete, gele herî aştîxwaze, gele herî xwedî mafdariye ye. Kurdistana xemilandî pêwîste em ji gur, çeqel û roviyan û xedaran re nehelîn û zihniyeta xedar têk bibin. Ji ber vê yekê êdî di berxwedana 14’ê Tîrmehê de, Mazluman got “Berxwedan Jiyane” û li dijî zihnyeta Esad Oktay Sakîne’yan tif kir ruyê dijminatîya mirovatiyê heta roja meya îro. Îro em dibînin di pêşengtiya heval Leyla de, di pêşengtiya hevalên di Zindanan de êdî berxwedaniya rumetê despê kirîye. Li hember vê xedariya bar bar ya ku qomploya navnetewî, hêzên dîkdator, hêzên ku êdî li ser dinyayê bazarên qirêj dike, van hêzan hemuyan xwe kirin yek û li ser gelê Kurd û çar parçên Kurdistanê bê exlaqî û bê pîvanî serde diçe. Lê em wisa bizanin îro gelê Kurd wisa lêhatiye, fikrê Rêber APO belavî her çar parçeyên kurdistanê, cîhanê û tevahî Rojhilata Navîn buye. Bizrê mirovatiyê yê aştiyê demokrasiyê pêl bi pêl, roj bi roj şewqa xwe dide Rojhilata Navîn û tevahî cihanê.”
NC – Nuda /Avyan