STRASBOÛRG – Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û parêzer Deniz Surgut ku 118 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne, îro danê nîvro rehetsiz bûbûn û bi ambulansê rakiribûn nexweşxaneyê.
Herdu çalakgeran li nexweşxaneyê tedawî red kirin. Çalakger piştre vegeriyan qada çalakiyê û çalakiya xwe didomînin.
Dr. Fahrettîn Gulşen ê ku ji serê çalakiyê ve tendirustiya çalakgeran kontrol dike, diyar kir ku Yuksel Koç pişika wî îltîhab girtiye û ji ber ku tedawî red kiriye, rewşa wî giran bûye.
Dr. Gulşen diyar kir ku îltîhaba pişikê rewşeke giran e û ji ber vê Koç rakirine nexweşxaneyê.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku Denîz Surgut êşên wî yên masûlke û hestiyan zêde bûye ji ber vê van êşan mehdê wî li hev dikeve û serê wî gêj dibe.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku rewşa 12 çalakgerên din jî giran e û dibe ku tendirustiya wan jî xerab bibe.