NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li Wanê beriya bi 2 rojan bi dorvegerî dest pê kir. Koma duyan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo vê jî li rêxistina navçeyê ya Artemêtanê ya HDP’ê daxuyaniyeke çapememeniyê daye dayin.
Ferdî Sertkal li ser navê koma duyan, ku ji 10 kesan pêk tê, axivî û bi bîr xist ku rewşa Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan û Ewropayê krîtîk e.
Sertkal got mirovên xwedî wijdan divê bêdeng nemînin û tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Sertkal diyar kir tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, tecrîd li ser hemû gelên cîhanê û çewisandiyan e û ew ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.
Sertkal her wiha got, ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye, daxwaza hemû gelê Kurd û gelên çewisandi ye. Bijî berxwedana Leylaê.”
Piştî axaftinan koma duyan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî kir.