ŞEHBA- Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê cara yekem di 4’ê Nîsanê de bi minasebeta Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Turnûvaya Futbolê ya jinên ciwan a bi navê ‘Aveste Xabûr’ ku ji du koman pêk tê li Kantona Şehbayê dabû destpêkirin. Di çarçoveya turnûvayê de her roja înê komên cuda bi hevrîkên xwe re tên gel hev û futbolê dilîzin.
Du komên ku ev du hefte ne hefte ne hatin gel hev ya 1’emîn ji 5 tîmên bi navê; Avesta, Dengê Efrîn, Berxwedan, Şêrewa û Agirî pêk tê. Koma duyem jî ji 4 tîmê bi navê Şêrewa Efrîn, Efrîn, Armanc û Diyar pêk tê. Ji bo xwendekar ji dibistanên xwe nemînin hatibû diyarkirin ku wê ev dewre her roja în û şemiyê were lîstin.
Komên roja înê bi ser ketin û têk çûn
Hefteya borî 6 tîm bûn hevrîkên hev û bi hev re ketin pêşbaziyê. Di encama vê pêşbaziyê de Tîma Aveste li dijî tîma Berxwedan 3-0 bi serket, tîma Şêrewa û tîma Efrîn ku jî ku ketin hevrîkiyê wek hev hatin û maç 0-0 bi ecam bû. Tîma Armanc jî ku bi tîma Diyar re ket hevrîkiyê 0-2 têk çû, tîma Diyar bi serket. Tîma Şêrewa Efrîn bi tîma Dengê Efrîn re hat pêşberî hev û bi encama 0-0 wekhev hatin. Tîma Berxwedan li dijî tîma Agirî 0-3 têk çû. Tîma Şêrewa jî li dijî tîma Armanc bi encama 3-0 bi ser ket.
Encamên Komên roja şemiyê
Duh jî tîma Avesta û tîma Dengê Efrîn bûn hevrîkên hev û di encmaê de 1-1 wekhev hatin. Tîma Şêrewa Efrîn jî bi tîma Berxwedan re hat pêşberî hev û di encam de 1-0 tîma berxwedan bi serket. Her wiha tîma Agirî jî bi tîma Agirî jî bi tîma Avesta re hat pêşberî hev û di encamê de 2-0 tîma Agirî bi serket. Ya herî dawiyê jî tîma Efrîn û tîma Diyar hatin pêşberî hev û bi encama 0-1 tîma Efrîn bi serket.
Weke tê zanîn ev dewre her roja în û şemiyê li Qada futbolê ya Gundê Babinês ya Şehba dê bê lîstin.