KOBANÊ – Konferansa Yekemîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê sibê bi şiyara “Bi Jinên Ciwan ê rêxistinkirî, Em ê tecrîdê bişkînin, Rêbertî azad bikin” were li darxistin.
Konferansa Jinên Ciwan ên Kobanê di seat 10:00 de li Navenda Ciwanan a Şehîd Kemal Pîr destpêbike. Ji bo Konferansê amadekariya Jinên Ciwan didomin. Jinên Ciwan ên Kobanê li navendê ji bo sibê organîzasyonek baş pêk were salona Konferansê bi al û pankartên rengdar û bi wêneyên Şehîdên Jinên Ciwan ve xemilandin. Her wiha posterê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pêşenga çalakiyên grevên birçîbûnê Leyla Guven û Şehîdên canbexşane jî salon xemilandin.
Jinên Ciwan ên Kobanê ji ber di pêvajoya Şoreşê de cara yekeme ku Konferansek wiha pêk tînin bi kelecan û coşek mezin amadekariya xwe didomînin. Tê payîn ku bi sedan Jinên Ciwan beşdarê konferansê bibin.