QAMİŞLO – 1’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî li navenda Mihemed Şexo a Çand û Huner ya li bajarê Qamişlo hat li darxistin, bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger cihê xwe di Konferansê de girtin.
Bi beşdarbuna 500 Ciwanên ji herêma Cizîrê, di heman demê de bi amadebuna berpirsê biroya Têkiliyên Doplomatîk a TEV-DEM’ê Ardal Xelîl û Endamên Meclisa Suriya Demokratîk. Salona Konferansê bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Suriya û yên Yekîtiya Jinên Ciwan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê hatibû xemilandin.
1’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriya bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Pişt re berpirsê biroya Têkiliyên Doplomatîk a TEV-DEM’ê Ardal Xelîl axivî û wiha got: “Konferans ji bo afirandina Sûriyeyeke demokratîk karekî girîng e û destnîşan kir, gotina şoreşger herî zêde li ciwanan tê. Bi saya ciwanên xwe em gihîştin vê astê. Bi vê konferansê re wê ciwan hîn bêhtir bi karên şoreşgerî rabin. Her wiha wê rola ciwanan a di Sûriyeyeke demokratîk de mezintir bibe.
Em Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 159 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û hemu çalakgerên greva birçîbûnê ên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greve de ne em berxwedaniya wan silav dikin.
Piştî axaftina Xelîl Hevpeymana Ciwanên Şoreşger hate xwendin.
Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriya bi axaftinan didome.