NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kîmarê, gundê Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran dike.
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine bi dehan top li herêmên ku sivîl têdane, ketine. Derbarê encamên topbaranê tu agahî negihîştin me.
Topbarana ku saet 12:00 destpêkirî, heta niha dewam dike.