AMED – Duh li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê Recep Hatnaş (20) ê bi hevalê xwe re rûdinişt, polîsan gule berdayê û ew kuştin. Polîs li malbata Recep Hantaş geriyabûn û gotibûn “bi şaşîtî hatiye kuştin.” Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî da û îda kir ku Recep Hantaş guh nedaye banga “hişyariyê” û ji ber vê yekê polîsan gule berdayê.
Walîtiyê ragihand ku têkildarî bûyerê 2 polîs bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatine kirin û got der barê bûyerê de lêkolîn bê kirin. Navên polîsan nehatin aşkerakirin. Polîsek hat girtin û polîsek jî bi şarta kontrola edli serbest hat berdan.