EGÎD NÛMAN
Mirovahî, xwedî reh û rîşeyekî hezaran salan e û bi herikîna dem û dewranan heya îro hatiye. Gelek kes an jî derdor hene, dibêjin ev jiyana ku îro tê jiyankirin, li pêşiya mirovahiyê bû ango çarenûsa mirovahiyê bû ku îro dijî. Weke ku ji bilî vê jiyana heyî ti jiyanek din ne gengaz bûye, dinirxînin. Gelek kes an jî derdor hene, dibêjin, ji ber ku bi rengekî din nebû ye, neçar wiha pêşketiye. Dema ku mirov bi awayekî hûr û kûr li rîşeyên van nêrînan dinêre, mirov dibîne ku li hinek beşên civakan çi siyaset û jiyanek bê sepandin, ew ê bipejirînin û jiyana xwe jî li gorî wê polîtîkayê destnîşan bikin.
Li tevahî cîhanê mirovahî her tim mirovperwer bûye û heya ji destê wan hatî ji civaka xwe re, ji civakan û tevahî mirovahiyê re xebitîne. Ango berê jiyan li ser bingehê berjewendiyên hinek kes an jî derdoran nedihat jiyankirin û rêkxistin. Taybetmendiyên civaka xwezayî her çend hatibin tinekirin û ji holê hatibin rakirin jî, hê jî di nava hemû civakan de bermahiyên wê jiyana xwezayî têne dîtin û jiyankirin. Bi pêşketina dewletparêzî û bajarên dewletî re civak êdî ketine rêkekî xirab an jî rêkekî xirab li civakan sepandine. Îro her kes, bi taybetî jî mirovên bi temen dibêjin ‘ka mirovên berê, ka gundê berê, ka xweşî û keyfxweşiyên berê, ka zarokên berê û hwd’. Ango bi şêweyekê hest û diltengiya xwe ya ji jiyana heyî tînin ziman û bilêv dikin. Eger ku her kes van gotinan dike û vedibêje, wê çaxê kî ev jiyan xirab kir û kir ku êdî mirov nikarin di vê jiyanê de vehewin?
Hemû elamet û nîşaneyên heyî berê me didin civaka hiyerarşîk û dewletparêz. Ango bi pêşketina vê civakê re jiyana heyî ya civakan êdî ber bi xirabûn û têkçûnê ve herikiye. Ji ber vê ye her kes xweziyên xwe li roj, meh, sal û serdemên derbasbûyî tîne. Ango her roja tê, ji ya berê xirabtir e lewma mirov xweziyên rojên berê dikin. Ev fikir, ev nêzîkatî yan jî ev feraset bi taybetî jî di wan civakên ku zêde zêde hatine mêtin û serkûtkirin de heye. Êdî wer li civakan hatiye ku ti kes fikra pêşerojê nake, zêdetir berê wan li rabirdu û paşerojê ye.
Em hema rewşa malbatekê binirxînin. Malbateke ji rêzê! Kurên wê malbatê, ji zarokatiya xwe heya ku mezin bibin, eger rewşa wan a darayî baş be diçin dibistanê, eger tiştek ji destê wan neyê, ji deh saliyê(heta zûtir jî) şûnde jî dest bi karkirinê dikin. Piştî temenekê dixwazin bizewicin û bi salan jî ji bo ku pareyê wê zewacê kombikin dixebitin. Keçên wê malbatê, bi heman şêweyî diçin dibistanê(li gelek cîhan ev jî nîn e), eger tiştek ji destê wan jî neyê li mal rûdinin, fêrî jiyana ku li ser dayîka wan hatiye ferzkirin dibin û li benda zewaca xwe dimînin. Bavê wê malê, demek dirêj dixebite ji bo ku zarokên xwe xwedî bike. Qehr, kul, tehde û hemû awayî nexweşiyan dadiqurtîne ji bo ku jiyana xwe û ya malbata xwe bidomîne. Dayîka malê jî, hemû temenê xwe bi nerehetî, nexweşî, koletî û tengezarî derbas kiriye û dixwaze herî kêm heya ku zarokên wê serfiraz bibin bijî û ji wan re bibe alîkar. Xeyala wê ya herî mezin jî ew e, zewaca zarokên xwe bibîne û bibe xwedî nevî.
Di malbatên roja îro de ma mirov dikare behsa xweşî û serfiraziyê bike? Mirov dikare behsa gelek tiştan bike, lê mirov nikare behsa jiyanekî xweş, tijî hezkirin û xoşewîstî, jiyanekî azad û demokratîk û her wiha pêşerojekî rohn û geş bike. Ji ber jiyana ku li wan hatiye sepandin û ferzkirin, rê nade ku mirov bi dilê xwe bijîn. Ew mirov neçarin ku bi dilê sîstemê bijîn. Eger tenê rojekê jî nejîn, ji sermayedaran heya dukandaran, ji gundiyan heya rêncberan, ji bajariyan heya karkeran wê birçî bimînin û ji çerqa felekê re negihin. Tenê rojek jî paşve mayîn, dibe sedem ku sermayedar têkbiçin. Gundî birçî bimînin. Ev rastiyek e ku îro li tevahî cîhanê tê jiyankirin. Ya ku herî zêde jî zirar dibîne, dîsa jin e. Ew jina ku ji azadiyê, ji aboriyê, ji serpereştiyê, ji serkêşî û îradeyê hatiye dûrxistin zirara zêde dibîne. Çima civak ber bi têkçûnê ve diçe û êdî nikare bijî? Ji ber ku çavkaniya jiyanê(jin) hatiye têkbirin lewma. Civaka ku jin tê de bê rol mabe, ew civak ji azadiyê, aboriyê, hezkirinê, pêşketin û pêşerojê jî bê par e.
Rêber APO di derbarê vê mijarê de dibêje, Asta pêşketina jinên civakekê, asta pêşketina wê civakê dide diyarkirin. Ev heqîqet e ku ji destpêka pêşketina mirovahiyê heya îro wiha bûye û heya ku civak û mirovahî hebe, wê ev heqîqet wiha bidome. Bi taybet di van dused salên dawiyê de kapîtalîzmê civaka mirovan ji civakbûnê derxistiye û ji bilî civakbûnê mirov dikare hemû awayî pênase bike. Ango bi tinekirina civakbûnê re jiyan êdî bêwate bûye û mirovên ku di wê civakê de dijîn, ji jiyana xwe bêzar in. Modernîteya kapîtalîst, bi rêka netew dewletan li nava hemû civakan xwe bicîh kir. Civak ji heft salî heya heftê saliyên xwe li pêy xwarin û vexwarina rojane de dibezin. Vê yekê civak di wê astê de xirab kiriye ku, her kes li pêy nanê xwe de diçe û heta wêxtê wî/wê namîne ku hinekê li ser xwe, malbata xwe, xizmên xwe û gelê xwe bifikire.
Gotina ku dibêjin pare her deriyekê vedike, gotinekî wisa bê wate û vala nîn e. Ji ber jiyana civakî ew qas hatiye xirabkirin û mirovahî ji mirovbûna xwe xerîb ketiye, hemû têkilî û rabite li ser pare hatine danîn. Di rewşekî wiha de kî/kê dikare li ser huner, çandinî, dostaniya bi ajalan, xizmantî, pêşketin û azadiyê bifikire. Kî dikare xirabkarî û texrîbatên endûstriyalîzmê bibîne û li hemberî wê têbikoşe. Her çend di vê mijarê de hinek hewldan hebin jî, lê têrê nakin ku pêşiya vê hilweşînê bigirin. Tişt an jî çalakiya ku bi xwe re pare neyîne, êdî bê wate tê dîtin û ti kes berê xwe nadê. Heya ev xisletên ku modernîteya kapîtalîst li dil û hinavên mirovahiyê diçîne neyên paqijkirin û neyên avêtin, ne mirovahî dikare ji tinebûnê rizgar bibe û ne jî dikare behsa jiyanekî azad bike. Asta pêşketina ferd û civakan, bi têkoşîna wan a li hemberî modernîteya kapîtalîst diyar dibe. Çendîn bikarin xwe ji vê qirêjî û xirabiya ku li civakan hatiye sepandin rizgar bikin, ew qas dikarin di nava xweşî, şahî û bexteweriyê de bijîn.
Çavkanî: Komunar