AMED – 2’emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren a ku di 9’ê Cotmeha 2018’an de di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû de hat binçavkirin û piştre jî hat girtin îro li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Amedê hat dîtin.
Rojnameger Kîbriye Evren tevlî danişînê nebû. Parêzer, hevalên wê û malbata Kîbriye tevlî danişînê bûn. Danişîn taloqî 7’ê Gulenê kirin.