VAN – Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dabû dest pêkirin, çalakiya Leyla 160 roj in didome. Her wiha greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehan hatî destpêkirin jî didome. Malbatên girtiyan ji bo pişgiriyê bidin, li avahiya HDP’ê navçeya Rêya Armûşê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin ket roj 2’yan.
Esra Aslan tevlî grevê bû û bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: “Daxwazên Leyla Guven daxwazê me hemû ya ne. Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan em ketin grevê. Tecrîda li hemberî Leyla Guven, girtiyên siyasî û Gelê Kurd pêk tê divê bê rakirin. Divê em bêdeng nebin. Bêdengî dibe sedema mirina hevalên me. Ji bo Leyla Guven û rêhevalên wê bijîn û tecrîdê bişkinîn divê em helwestek nîşan bidin û bibin dengê wan.”