AMED – Şahidê kuştina Recep Hantaş ê li Sumeparka Amedê ku şeva 14’ê Nîsanê ji aliyê polîsan ve hat kuştinê, R.Y. axivî. R.Y. piştî bûyerê hatibû binçavkirin û piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.
R.Y. li gel bavê xwe çû serdana sersaxiya Hantaş. R.Y. tiştên wê şevê qewimîne ji malbata Hantaş re vegot.
ŞAHIDÊ BÛYERÊ: BÊYÎ KU TU ÎKAZÊ BIKIN DENGÊ ÇEKAN HAT
R.Y. ê ku kaxizan berhev dike ji malbata Hantaş re ev tişt gotin: “Ji bo em bêhna xwe berdin em çûn parke. Ez û recep rûniştîbûn. Bêyî ku tu îkaz were kirin me dengê çekan bihîst. Ez bi reflekse ketim binê bankê. Recep jî bi qurfî beziya û çû. Di wê kêliyê de li piyê wî dan û min dît ku ket erdê. Piştî wê nizanim çi qewimî. Dengê çekan gellek dihat. Pişt re polîsan min binçav kir. Ambulans hat. Ancak bernedan parkê. Cenaze nêzî sê saetan li erdê hiştin.”
Hêjayî bibîrxistinê şahidiya R.Y. daxuyaniya Walîtiya Amedê ya “Li hişyariyê guhdar nekirine” derewand.
‘TIŞTEKÎ JI ME VEDIŞÊRIN’
Birayê Hantaş, Efe Hantaş diyar kir ku walîtî bi daxuyaniyê çewt û berevajî dixwazin ser cînayetê bigirin û daxuyan walîtiyê bi nakokî dît. Hantaş got ew çûye cihê bûyerê û bi xweliyê ser cihê bûyerê girtine. Hantaş da zanîn ku di rojan de tiştên hatine serê wan naşibe tiştên walîtî dibêje û got: “Tiştekî ji me vedişêrin.”
Hantaş got ew ê bibin şopdarê kuştina birayê xwe û dê têkoşîna hiqûqî bidin.
RAPORA OTOPSIYÊ DERKET
Di rapora otopsi ya têkildarî kuştinê hat amadekirin de agahiya ku Hantaş ji serê xwe gule xwariye cih digire.
Di raporê de tê tespîtkirin ku 2 gule li bedena Hantaş ketine û guleyek derketiye û hat zanîn ku gule di patika rastê de ketiyê û di navbera çavê rastê û pozê wî de derketiye.
Di raporê de hat gotin guleya din jî li çîma wî ya rastê ketiye û di çonga wî de derketiye. Mesafeya guleya li çîma wî ketiye ji ber şale wî nehatiye tespîtkirin. Ancak balkêş e ku mesafeya guleya li serê wî ketiye nehatiye diyarkirin.
Mînakên ji bo otopsiye ji Hantaş hat girtin şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.