Tevahiya hewldanên ku pergal ji bo veşartina rastiyê pêşdixe, ne tenê bê encam maye, pê re girêdayî rê li ber pirsgirêkên giran jî vekirîne. Di encam de ev cilên kevn û pînepînebûyî her roj bêtir kêlên wê diçirin û rastiya wê derdikeve holê. Jixwe ji qeyran û bûhranên ku li tevahî cîhanê rojane rû didin, bêtir eşkere dibe ku cîhana mirovahiyê nema pergala heyî radike û ber bi guherînê ve diçe.
Civaka mirovahiyê ku xwedî dîrokeke demdirêj e û hebûna xwe bi cihêrengî û guherînê heya îro anîye, xwediyê hin taybetiyên sereke û esasî ye ku bi van taybetiyan kariye hebûna xwe heya îro biparêze. Di vê wateyê de mirovahî yekparebûneke bingehîn di nav xwe de hildigre.
Bi destpêkirina pergala hiyerarşîknavend dewletê re li beramberî çemê mirovahiyê ku bi formeke xwezayî dijiya, dirûveke dijber xwe da pêş û ji pir aliyan ve pirsgirêk çêbûn. Herî zêde di civakên ku li ser wan pergala desthilatdar xwe ferz kir, tengavbûn û alozî rû da. Li kêleka herikîna çemê mirovahiyê, dîroka pergala desthilatdar jî êdî bê rawest dest bi meşeke dijwar kir. Wiha jî di dîrokê de du xet, li kêleka hev, carna hev lewaz kirin, lê bi berdewamî heya îro hatin. Helbet xeta şaristaniya desthilatdar piraniya saziyên civakî xistiye jêr yekdestiya xwe. Enerjî, erk û berhemên civakî dimêje. Ev yekdestdarî di serdema pergala kapîtal gihiştiye lûtkeyê de û civak nema dikare vî karê giran ku li ser pişta wê ye û mîna marên li ser milên Dehak mêjiyê civakê dixwe, rake.
Ti qad û kuncikek jiyanê nema ye ku kapîtalîzmê destê xwe neavêtiyê. Civak ku xwedî taybetmendiya polîtîkexlaqî ye, herî zêde di pêvajoya kapîtalîzmê de ji vê taybetiya xwe hatiye mehrûmkirin. Her çend nikare were gotin ku exlaq û polîtîka bi tevahî ji holê rabû ye jî, lê gelek lewaz bûye.
Pêşengên Lîberalîzmê ji bo rewakirina nêrînên xwe, bi taybet zanîst bikar aniye û bi îdeolojiya pozitîvîst ne tenê xwezayê, hemû civak û mirovahiyê, dîrok û pêşeroj bi metodên hişk ên pozitîf (obje) dinirxîne û di bin vê nêzîkatiyê de berjewendîparêziyeke pir fêlbaz jî dimeşîne. Civak di serî de wek obje tê dîtin, bi rêbazên mekanîk tê pîvandin, jê re proje û planên sabit têne dayîn. Wiha jî civak ji xwe derdikeve, dişibe tiştekî bê teşe û tirsnak. Jixwe takekes çi qas bê civak bibe, ew çendî bi kêrî pergala lîberal tê û dibe kadroyeke jêhatî yê pergalê. Jixwe zanistperestî, netewperestî, zayendperestî, ferdperestî û hwd. hemû ew îdeolojî ne ku taybet hatine çêkirin. Civak di nav xwe de perçe dibe, ji xwe re put û perestgehan çêdike. Li şûna pîvanên exlaqî, bêpîvaniya Lîberalîzmê û li şûna baweriya manewî tûjkirina olan û radîkalkirina dogmayan nefesê li civakê diçikîne, wê difetisîne.
Bêguman dema li rewşa Rojhilata Navîn were mêzandin rûyê sistema kapîtal zelaltir eşkere dibe. Ji ber ev pergal li Rojava(Ewrûpa) xwe bi hezar û yek xeml û maskeyan vedişêre, xweşik nîşan dide, lê rûyê wê yê hovane li axa Rojhilata Navîn pir tazî diyar e. Netewdewlet ku rêjîma siyasî ya pergala kapîtalîst e, li Rojhilata Navîn bûye qesabxaneya serjêkirina nirxên madî û menewî yên civakê. Li gel ku li van axan tevnên civakî pir qahîm hatine rîsandin jî, lê di bin pencik û êrîşên hişk ên pergala netewdewlet de, civak pir giran birîndar bûye û dinale. Netewperestî û olperestî wek caniwerekê yekparebûna civakê jihev diçirîne.
Desthilatdarî ji malik û şaneya herî biçûk heya dezgeha jor a bi navê dewletê, xwe belav kiriye. Rehên xwe berdide hindirê mejî û dilê takekesan, wan dike dîlên xwe. Îstismara li ser jinan ew qas zêde ye ku radeya bûyerên wek xwekujî, xweşewitandin û cinayetên namûsê pir zêde ye.
Îro li Rojhilata Navîn gola xwînê li her derê heye. Sîstema kapîtal şerên olî, mezhebî û etnîkî pir bi zanebûn gur kiriye. Bi vî awayî welatên Rojhilata Navîn di warê siyasî dixîne qeyranê, îstîqrara aborî tine dike, refleksên civakî di feraseta netewperestî de pûç dike. Bi vê ve sektora çek ku çavkaniya wê Rojava ye, qezenceke mezin bi dest dixe. Civak ji hal ketiye.
Êrîşa ku li ser gelên Rojhilata Navîn ji hêla feraset û çemkên desthilatdarhiyerarşîk û zilamsalar ve tê meşandin, tenê bi têkoşîneke pir xurt a îdolojîk, felsefî û ramyarî ve dikare bê pûçkirin. Ji ber dijminê heyî di serî de ji hêla fikir û baweriyê ve xwe hakim dike, wiha saziyên xwe birêve dibe.
Di vê wateyê de eger ku were xwestin ji krîza heyî rizgar bibin, hewcehî heye civak bi têgihîştineke xurt a ekolojîkdemokratîk û azadiya jinê xwe birêxistin bike, hem çarenûs hem jî rêveberiya xwe ji destên hêzên desthilatdar rizgar bike, xwe ji aliyên exlaqî û polîtîk ve dubare saz bike û di çarçoveyeke demokratîk de birêxistin bike.
Jixwe mînaka vê ya şênber li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Îro gelê Rojava bi perspektîfa xweseriya demokratîk, di her warê jiyanê û her qadê de bi hêza xwe ya cewherî îrade û ramana xwe, biryar û tevlîbûna xwe di esas de zîhniyeta kapîtalîzmê tine dike, dibe sîstemeke alternatîf ku navgîna şaristaniya demokratîk pêkbîne.
EVÎN NEJDET
Çavkanî: Komünar