STENBOL – Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobet girtinê li dar dixin. Di roja 7’emîn a çalakiyê de polîsan mudaxeleyî malbatan kir û siyasetmedar jî di nav de 16 kesan binçav kiribûn. Destê welatiyan ji paş ve kelepçe kirin û pê li serê wan kiribûn.
Polîsan binçavkiriyan birin emniyeta Gebzeyê. Piştî karên li emniyetê 16 kesan birin nexweşxaneyê û bi dû kontrola tenduristiyê berdan.
Koma piştî hat berdan çûn avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê û civîna çapemeniyê li dar xist.
‘BI KELEPÇEYAN MUAYENE KIRIN’
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr li ser navê yên hatin binçavkirin daxuyanî da û bi bîr xist ku malbat ji bo desteka girtiyan 7 roj in çalakiya nobetê li dar dixin. Demîr got malbat hefteyeke bi zextên polîsan re hevrû mane. Demîr da zanîn ku ew bi mudaxeleyê re hevrû mane û got: “Bi gaza îsotê mudaxeleyî me kirin. Me derb kirin û binçavıirin. Hevalên me nêzî 7 saetan ji paş ve kelepçekirî hatin hiştin. Bi pêkanîna kelepçeyê jî kontrola tenduristiya wan kirin. Yanî bi kelepçekirî derxistin pêşberî bijîşk. Lê bila her kes baş dizanibe heta em tecrîdê bişkînin em ê di nav çalakiyan de bin. Di her şertê de em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”