AMED – Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û biryar YSK’ê ya ji bo KHK’iyan şermezar bike daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsan destûr neda daxuyaniya HDP’ê. Polîsan parkê bi maşîneyên zirxî dorpêç kiribû û mudaxeleyî parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û welatiyan kir. Maşîneyên TOMA ava şid reşandin komê û di mudaxeleyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun birîndar bû.
Tosun ji hişê xwe çû û wê rakirin nexweşxaneyê. Li parkê rageşî didome.