NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din li nêzî navçeya Pîranşar a Ûrmiyeyê 3 kolberên Kurd ji ber hewaya sar mirin.
Li gorî nûçeya Kolber Newsê, şevê din li navçeya Pîranşarê ji ber hewaya sar ji komeke 5 kolber 3 kolberên Kurd mirin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Navê kolberên mirine wiha ne; Huseyîn Şemzaze, Sîrwan Mûhammed û Yûsûf Destûrî
Hate diyar kirin ku kolberên birîndar li nexweşxaneya Pîranşar tên derman kirin.