NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) diyar kir ku Yekîneyên wan ê Tolhildanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bilindkirina berxwedanên grevên birçîbûnê li metrolpolên Tirkî rêzçalakî pêk anîne.
DGH bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên wan 4 kargeh, 4 fabrîka û 1 wesayît şewitandîne. Kargeh, fabrîka û wesayîta ku hatin şewitandîn êdî bêkêr bûn.
Koordînasyona DGH; Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO û ji bo piştgiriya hevrêyên me ên di nava berxwedanê de ne Yekîneyên me ên Tolhildanê li metropolên Tirkiyê di navbera meha Adar û Nîsanê de rêzçalakî pêk anîn. Di çalakiyan de gelek kargeh, fabrîka û wesayît şewitîn û bêkêr bûn.
Detayên çalakiyan wiha ne:
STENBOL
Di 20’ê Adarê li kolana Fatih Şehremîn li avahiyek 4 qat ku li binayê wê pasajek heye û di wir de dîkanek alavên elektronîk de Yekîneyê Tolhildana Şehîd Baran Mawa çalakî pêk hat. Di çalakiyê de dîkan hate şewitandîn û piştî şewatê jî bêkêr bû.
Di 28’ê Adarê saet 05:045’an de li navçeya Beylikduzu fabrîkaya ku alavên plastîk çêdike û avahiya wê li ser 4 qatan bû ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandîn. Piştî çalakiyê xezarek mezin li fabrîkayê bû, û êdî bêkêr bû.
ÎZMÎR
Di 28’ê Adarê saet 04:30’an de li navçeya Buca fabrîkayek pirtû ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Nazelin Korkut hate şewitandîn. Fabrîka piştî çalakiyê bêkêr bû.
KOCAELÎ
Di 28’ê Adarê di saetên evarîde li navçeya Gebzê fabrîkeya Sûnger ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Kawa Întîkam ve hate şewitandîn. Fabrîka piştî çalakiyê bêkêr bû.
BÛRSA
Di 5’ê Nîsanê li kolana Mahmudiyê wesayîta aidî faşîstê bi navê A.K ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandîn. Wesayîta A.K bi temamî şewitî û bû xwelî.
MANÎSA
Di 13’ê Nîsanê de li navçeya Turgutlu zerzewatfiroşekî faşîst bi navê A.G hate hedefgiritin û dîkan û depoya wî ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandîn. Zerzewatfiroşa A.G zerarek mezîn dit û bêkêr bû.
ENQERE
Di dîroka 17’ê Nîsanê de saet 04:45’an de li bêşesaziya kerestevan (dar çêker) deopyek Talaş ji milê Yekîneyê Tolhildana Şehîd Firat Zilan hate şewitandîn. Di encama çalakiyê de 2 kargeh bêkêr bû.