NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 6 girtiyên 114 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne Ahmet Surme, diyar kir ku rewşa tenduristiya wan giran dibe û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Surme bi rêya malbata xwe ev peyam da: “Dema min dest bi greva birçîbûnê kir ez 66 kîlo bûm. Niha ez bûme 54 kîlo û min 12 kîlo dane. Her roja derbas dibe, pirsgirêkên tenduristiya me xirabtir dibin. Dilê me dixele, kramp dikeve mîdeya me, serê me pir diêşe û sergêjî bi me re çêdibe. Dema em derdikevin ber roniyê, rûdinin û radibin berçavê me reş dibe. Bêhna me teng dibe û ev rewş carna ji nişkan ve û carna jî li ser hev bi me re rû dide. Berê me li ode û hewşê pêgermok digerand. Lê niha dema em radibin ser xwe, em tavilê diwestin. Her ku diçe rewşa tenduristiya me giran dibe. Em hewl didin pir kêm bimeşin. Ji bo ku em zindî bimînin. Li gel van hemûyan jî, em bi biryarin ku têkoşîna xwe berdewam bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi vê vînê bigihin serkeftinê. Kî dibe bila bibe, divê deng ji bo grevên birçîbûnê derxîne.”