NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpê kirin di roja 126’an de di dome. Îro ji aliyê koma 64’emîn ve hate dewir girtin.
Di Koma 64’emîn de 4 kes beşdarbûne ku welatiyên sê parçên Kurdistanê ne.
Koma 64’emîn bi dirûşma “Emê sîstema Îmralî bişkînin li gel Rêber Apo azad bijîn” çalakiyê dewir girtin.
Yek ji beşdarvanên çalakiyê Hacî Azad têkildarî armanca çalakiyê wiha got: “Heya ku tecrîd li ser Ocalan neyê rakirin emê dest ji vê çalakiyê bernedin. Herwiha em piştgiriyê didin hemû çalakvanên greva birçîbûnê yên li Kurdistan û ji dervey Kurdistanê.”
Di dewama axaftina xwe de Hacî Azad destnîşan kir ku bi piştgiriya gel wê tecrîd were şikandin û wiha axaftina xwe bi dawî anî; “Ez daxwaz ji hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikim bi ruhekî fedekar beşdarî grevên birçîbûnê bibin û gelê me ji bin zilm û zordestiyê rizgar bikin.”