NAVENDA NÛÇEYAN – Merasîm bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan li Les Mureaux a girêdayî bajarê Yvelînes a Fransayê pêk hat.
Di merasîmê de gerîlayên HPG û YJA Star’ê Agît Serhat, Devrîm Serhat, Selman Dilşad, Silav Agît û Xebat Çiya yên 13’ê Tîrmeha 2017’an li Zagorosan şehîd bûbûn û Mehemt Saît Karabakan hatin bibîranîn.
Di merasîmê de siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kaval axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan. Kaval anî ziman ku ew ji şehîdan hêzê digirin û wê xeyalên şehîdan bicih bînin. Kaval bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî t ecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û da xuyakirin ku divê têkoşîna li dijî faşîzmê bê xurtkirin.
Herî dawî siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kaval got, xwedîderketina li şehîdan pêşxistina xeta têkoşînê ye.