CIZÎRA BOTAN – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ciwanan doh di saetên evarî de li gelek cihan li nava bajarê çalakiya nivîs nivîsandinê pêk anîn.
Li gelek navendên Kurdistanê ciwan dadikevin qadan û li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de ne. Doh di saetên evarî de ciwanên Cizîra Botan daketin qadan û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiya nivîsan lidarxistin.
Di çalakiyê de nivîsên wek “Mahsun Pamay Nemîre” û “DGH û Ciwanên Apoyî fedayiyên Rêber APO ne” li ser dîwaran hatin nivîsandin.
Piştî çalakiyên polîsên dagirker ên tirk li ser nivîsan boyax kir û xwest çalakiyê bê bandor bike.