Mîrov dinava karde xwe xurt bike. Bi sebirbin û giringî bidin jiyana azad. Vaya ji xwarin û vexwarinê bêhtir ji mîrov re girînge.
Berê di nava karê wede me pir sivkahî dît, pir nexweşî çêbûn. Vana ne başin. Mîrov ji xwe bawer bike. Hûn jî li ser çêbûna jiyana me bifikirin. Niha hûn serbestin kesî li ser we zorê çêbike tuneye. Bi rastî bi siyaseta em di nava partiyê’de dimeşînin, hûn heta dawiyê serbest dibin, xelas dibin. Xwe bi biryar bikin. Tesîra jiyana berê bila pir nemeşe, bêhtir hûn zirarê dibînin. Ji bo we ne başe. Ji bo hûn xwe bigrin ev tedbîreke. Dîsa vaye mesele ya azadiya we bixwe ye, ê min alîkariyeke. Tiştê ez qebûl dikim, tiştê jêre hurmet dikim min gotiye. Ez nabêjim reya min tenê reya raste, lê ez ji bo nexweşiye amademe, jî bo rastî çiye ez li ser bisekinim, hazirim. Hûn jî bi cesaret xwe derxin. Ev hezar salin we fetisandine, we xwe ker, kor û lal kiriye.
Ez bawerim divirde cesaret heye, ziman heye ji me re jî ev tişt lazimin. Ez evim ji vê bêhtir ji min pir tiştan nexwazin. Ez li ser karê azadiyême. Divirde hevalekî xurtim. Ez heta dawiye alikariyê dikim. Nuqteyên hûn kêm dibînin hûn dikarin bipirsin, tiştên şaş hebin hûn dikarin bêjin. Ji vir şûnde jî xwedî jiyan partiyê derbikevin. Mîrov dizane hûn jî xwediyê jiyanekêne û dimeşin. Bi quwetbin. Wiha bi hevre bimeşin.
Min li pir cîhan ev tişt wekîdin jî vekirine, ji ber vê ez naxwazim pir kûr bibêjim. Ezê ji vê şunde jî li ser pir mijaran de herim. Ez vê dibêjim, şaş fêhm nekin. Mijarê ku ez li ser disekinim, jiyan nuh çêdibe. Bi rastî jî mirovê Kurd re çêbûneke nuh tê xwestin. Ji bingehîde jêre nuhçêbûn tê xwestin. Mîrov ji kokêde Kurdayetiyê nuh çêbike. Ji vê yek alî jî hûn bixwene. Mîrov we jî çêbike. Hûn bi serê xwene, ez nabêjim bila hemû werin ser vî karî. Serbestî heye. Belkî hûn şaş jî derkevin, lê ez wiha dibînim. Bawerim min xwe xweş vekir. Tiştê ez dibêjim pir mezinin. Meseleyên kadroyan jî bi vê dîtinêve giradayiye. Ger mirov xwe ji nava qirêjiyê der nexe mirov nikare paqij bibe. Her ku biçe wê şerên mezin pêş bikeve, wê Kurdistan bêhtir azad bibe. Divirde hûnê jî azad bibin. Ji xwe di her aliyan de hûn mirîne. Ji şer bêhtir tiştek me nafilitîne û hûn jî bêhtir hewcedarî vê karîne. Di be ku ji herkesîre jiyan were qebûlkirin, lê ji were nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî di aliyê fikir de, di aliyê ruhê xwede hûnê bi armanc bin. Ya herê xirab jî, tiştên heta niha bûne mîrov bi bêje “vaya gedera mine”, mîrov li ser bigirî, xwe têde bi kul bike; ya xerab eve.
Jiyana Serokatî çiye? Heta niha xwe ispat kiriye; ev tunebûn û ketin qeder nedît. Her kes mirina Kurdayetiyê ji xwere qeder didît, lê min qeder nedît. Min ev qeder qebûl nekir. Min şerê xwe rakir û heta niha jî tê.
Hûn serokiyê hebekî nas dikin bê çiye, ne çiye, ne wihaye?
Hevalek jin: Belê Serokê min.
Serokatî: Hûn niha dikarin çi bêjin? Pirsên we çine? Ji aliyê şer tu çi dibêjê? Bê zarokên, xortên maqûl bi çi hawî çêdibin, min li ser wê jî gelek tişt gotin. Zarokên bi navê partiyê mezin dibin, dibin xort, tişteke nuhe, ne hindike. Divê sedî sed ruhê PKK temsîl bikin. Li hember zilamên xwe mezin dihesibînin ji wana xurttirbin. Ku hûn wiha bikin, em jî ji we razî dibin. Em nabêjin xwe bişewitînin lê qiymetê vê jiyanê jî bizanibin. Ma hûn dixwazin min tenê bihêlin? Na, ne wiha?
Hevalek jin: Raste Serokê min.
Serokatî: Qey hûn ne bi Serokatî re ne? Ev çend salin min hûn ji bîr ne kirine. Ku me xizmeta we nekiribe, bibêjin xwarina we, parastina we li ser mine, heta ez hebim tiştek nabe, ne wiha ye?
Hevalek jin: Belê Serokê min. Em partiyê jî dibînin û jiyaneke nuh jî dibinin. Bi rastî em bêyî partiyê nikarin bijîn.
Serokatî: Temam, bav û dayik nikarin li we xwedî derbikevin, lê partî dikare. Lê baş fêhm bikin bê partî jî çiye? Em zarokên Kurd biçûk nabînin. Ez wekê zilamên din jî li ser zarokan nasekinim. Ez wekê bavik û dayikan we li ser we nasekinim. Û wekê wan xortên li derdora we jî li ser we nasekinim. Nêrîna min, teoriya min li ser zarokan jî heye. Em zarokên nuh çêdîkîn. Ji xwe bi milyonan zarok jî rabûne. Wekê ez rabûm, ew jî wiha radibin. Bêgûman emê jî tiştên pir baş çêbikin. Lê hûn jî bi aqil bin. Ez dizanim bê ev peya (zilam) çine, ne çine, ez peyetiya wana baş dizanim. Ez dayikan jî baş dinasim, bê quweta wana çiye, ne çiye. Me ji bo vê dest da we. Hûn bê tirsin, heta dawiyê fedekarin, lê ev tişt bi zanebûn pêşde diçe.
Xurtbûn wê wihabe. Ji bo vê Serokî quweteke mezine. Ma ez li hember wan ketim? Ma min winda kiriye? Na. Ewna nikarin li hember min nefesê bikşînin. Bavik, dayik tên, li wana meyze dikim newêrin nefesê bikişînin. Di hundurê partiyêde jî evên dibêjin em ji zarokan hez dikin, ez dirûtiyê wana derdixim meydane. Digrîn, dibêjin “Kurê min, keça min”, lê xuyaye ku li zarokan nafikirin, ji bo vê digirîn. Ê min ne wiha ye, ez ciddî li ser zarokan disekinim. Li ser rastiyêye. Ji were jî li ser welatparêziyê li ser partiyê. Xortek ji bo partiyê bi çi hawî çêdibe, li ser vêye. Bi rastî divirde cîddîme. Serokatî baş nas bikin, qiymetî bizanibin. Ji were lazime, ne ji bo mine. Bêhtir ji we tê xwestin. Xwezî ez weke we bam, serokê kî min hebûya! Min dixwest ez du peyvan jê hînbibim, tunebû. Em diçûn cem ke em diqewitandîn, qiymet nedidan me. Lê niha Serokî di xizmeta wedeye, ne wihaye?
Hevalek jin: Belê Serokê min.
Serokatî: Wexta hûn xwe digihînin xurtbûniyê, bila di wede Kurdistan ava bibe. Azadî, quwet ava bibe. Bi welat re û partiyê re bin. Em mirovên bi hêz û zana dixwazin. Ger hûn ne wisa bin ji were ne mektep heye, ne kar heye, ne saxî heye. Wexta hûn bê welat bin, bê partî bin, bi rastî zarokên Kurd mirine. Ji xwe hemû ecêb mirine, herin binêrin wîha kirine halekî xerab ku, divên simît bifiroşin, nizanim çi difiroşin. Wê feqîran çi bikin? Mesela li bajarê Cizîrê ev zarok tev mahf kirine. Bê karin, bê xwendinin, bê saxîne, dibêjin “herin bişixulin, pereyan bînin.” Ew zarok mehf kirine. Wê li kî derê bişixulin, ji kî derê pereyan bînin? Lêdixin, dibêjin “herin pereyan bînin.” Tabî va ya êşeke mezine, zarok jî wiha mehf kirine. Divê nuqteyêde dayik, bavik zalimin. Zarok dixwazin bişixulin bes kar tuneye. Tişt tuneye. Dikevin xizmeta xerab de. Ên bê mesul wihane. Vane tevahî sûcên mezinanin. Ez dikarim meseleyê pir vekim, heta ez dikarim li ser we çend pirtûkan jî binivîsînim. Lê ez meseleyê bi kinahî vedikim. Pêşde wê li ser we jî bê sekinandin. Dayik, bavik dibêjin “te zarokên me pir xurt kirin.” Lê ez pir guh nadim wana jî. Divê mîrov bi giştî li ser zarokên Kurd bisekine. Pirsgirêkên wana, yên tevahiyêne. Mirov li ser vê bisekine. Ji bo vê hûn tev li karê me bûn. Li ser xisûsiyetên Serokatiyê xwe mezin bikin. Niha ji mere vaya başe. We fêhm kir?
Hevalek jin: Belê Serokê min.
Serokatî: Wekî din, tu li ser keça çi dibêje? Paşyê mirovan ne xapînin. Ez wekî din , jî ji ser sekinîbûm. Te guhdar kiribû? Ev axavtina me, axavtina dawiya sal temam dike. Nizam we li axivtinan gohdarî kîr. Mîrov dikare çi bibêje. Wexta mîrov xwe têde mezîn bike çi dibe? Vê axavtinê we guhert?
Hevalek jin: Belê Serokê min. Bêhtirî vana Serokatî ev mesele vekir, êdî maye ku doza mîrov hebe.
Serokatî: Tabî bi dozê dibe. Ya muhîm, rê vebû, rêka xurtbûyînê vebû. Hûn dikarin têde bimeşin. Cesareta we heye. Ez texmîn dikim niha ji berê bêhtire. Hûn berê ne pir li ser rastiya azadiye bun. Niha kur û fireh çêbûye.
Hevalek jîn: Belê Serokê min.
Serokatî: Ez texmîn dikim hûn dikarin di her alîde şerê xwe bikin. Qey hûn dikarin bibêjin “ev jiyana azadîyê zahmete, em nikarin bijîn.” Na.
Hevalek jin: Tiştek zahmet nîne, bila îrade xurtbe.
Serokatî: Ya giring, bikaribin xwe têde mezin bikin. Tabî ji bo we xizmeta baş eve, hûn hebekî dawiyê bînin. Çine, ne çine tev li kar bin, xwe ispat bikin. Ji milletê xwere dikarin çi çêbikin? Ji azadiya jin re dikarin çi çêbikin, ispat bikin. Karê serokiyê eve, gavekê giringe, ma ne wiha ye?
Hevalek jin: Belê Serokê min.
Serokatî: Ez ne sultanek, ne melîkekim, ez zilamekim hûn vaya baş dizanin. Ez dizanim ku çiqasî peya hebûna jî di van salande nikarîbûn jiyana min meşandiye bimeşandana. Ez peyatiyê xweş nas dikim. Ez cegerê însên jî baş dinasim. Hûn li cem kîjan peyayî bûna, hûn li cem kîjan xortîbûna, hûn li cem bavê xwe buna, birayê xwe bûna, mêrê xwe bûna ne mumkune ev xizmeta min kiriye bi pêşya we xistana. Hûn ketibûn, ne? Bave we bûna, tew tenezul nakin du gotinan bi were biaxivin. Birayên we tew pê nahisin. Vêna ji bîr nekin. Hûn dixwazin tecrubeyan bikin, tecrubeya zewacê, dostaniya xortan bikin. Hek di roja dudande we pir teng nekirin, hûn çi dibêjin, bibêjin. Divirde ez ji xwe bawerim. Tabî hûn hemu divirde xwe şexs dihesibînin. Hûn niha xwe tiştek dihesibînin, ez sebebim. Ku ne karê min bûya ne mumkun bû. Di virde lazime hûn rastiyê baş nasbikin. Ê min, min tu jin nexistin dibin xizmeta xwe ya şexsî de. Tabî tenezul nakim. Gerek mîrov bizanibe. Quweta min heye, baweriya min heye, ji bo min azadî muhîme. Heta niha jî dikarim bibêjim, berya rehetiya min, azadî lazime, ruhê min peşî ji azadîyê hez dike. Tabî hevalên keç nikarîbûn jivî tiştî fêhm bikrana, ev hezar salin ne elimandine. Eger hûn xwediyê xwene, ku hûn qiymeta azadiyê dizanin, rabin hûn xwestekên xwe derxînin meydanê. Kes bi zorê li pêşya we nesekiniye, bi cesaretî hûn xwestekên xwe derxînin meydanê, tabî ne li ser tiştên xerab. Hûn wiha bikin di PKK’êde ne mumkune, bixapînin. Tabî hineka nexweşî çêkir. Na, divirde jî ez pir xurt karê wana dikim. Jin di pir hêlande kêyfiyetê temsîl dikin, dixwazin jiyana xerab a koletiyê dinava mede bimeşînin. Tabî ez li dijî vême jî. Ez keçên wiha qebûl nakim. Ji sedî sed hûnê saxlem çêbibin. Wiha nebe, em mirine!
Ne meseleke biçûke, winde bûye. Min got ku şexsiyeta we winda bûye. Dibêjin, “keç li serê me bûne bela.” Min got ne mumkune ku keç li serê we bibin bela, keç hemu fedayîne. Mesele li Xakurkê salekê berya vê gotin, “Bûne giranî.” Min got, tu şaşê, keç ji we bêhtir fedekarin û bi cesaretin. Hûn nizanin pê kar bikin. Careke din li ser bisekinin. Li ser axavtinan bisekinin. Neticeya di şerde derket, gotin “keçikan baştîr berxwedan çekiriye. Li hember firokeyan doçka baş şuxulandine, parastin baş çêkirine û ne reviyane jî. Ger pêncî xort reviya be, keçek ya reviyaye, yan ne reviyaye.”
Ev tiştekî ispat dike, ku mîrov hebekî durust li ser bisekine, keç ne barin, bîlakîs quwetin. Ne ezbûma, yek nedima. Li hinek cihan bûye bar, çima bûye bar? Nerîna rast tuneye. Keç jî nêrînên rast li ser xwe nameşînin, xort jî nameşînin. Li gorê berê diherin. Ma ne gunehe. Ez ji were jiyanê pêşde dibim. Hûn ji xwe ne pir xurt û bawerin. Mîrov dikare wana deh caran xurttir çêbike. Û çêdîbe jî. Yanî van keçan xwe fedekar kirine, ên mezin, di sala ‘92’an de, di vê rojêde heval Roza şehîd bû. Em bîranîna wê baş rakin, berya şehîd bibe sê roj xwestin hebekî pê jî bileyizin, ez bi serde çum. Di dawiyêde got, “Ez niha başim.” Di telefonêde got, “ez pir başim.” Min fêhm kir ku bi rastî heqîqeta partiyê girtiye. Dikare xwe li ser azadiyê bimeşîne. Li ber xwe da û hûn dizanin ji bo ku teslîm nebe bombe bi xwe teqand. Ev berxwedaneke qahremaniye. Dîsa Mizgîn wiha şehîd bû. Berê me bi wêre jî axavtin çekir. Berya wana jî hebûn. Li Wanê ew keçekê din şehîd bû. Wekîdin jî pir hene. Ez dikarim bêjim li Dersimê kêmî dehan, li Mêrdînê kêmî deha, li Botanê kêmî bîst-sîhî, li Serhedê dîsa wiqas. Li wan eyaletên din wigas şehîd bûn. Yanî ne kêmî sediye. Şehîdên mezinin. Yeke din jî miletê Kurd wexta şehadeta wana dibînin pir bandor dibin. Mesele li bajarê Cizîrê, hebekî li ser şehadeta Bêrîvan rabû. Yanî bû sebebek, sebebekê rûhîye. Sebeba rûhî jî ne sebebeke biçûke. Tabî hevalên me dibêjin, “ne xurte nikare pir silahan biteqîne!”
Însan bi silahê tenê kar nake, bi ruhê xwe, bi şexsiyeta xwe jî mîrov kar dike, tesîreke mezin çêdike. Wiha bû, vaye bajar rabû. Yanî mîrov durust bi sebir kar bike, dikare roleke mezin bileyize. Hûn baş jî dizanin ku ev serhildanên dawiyê çêbûne, karê jine û mîrov dikare bêje nîvê nîv têde cîh girtiye. Me rê vekir, a muhîm cesaret kir, ev tişt çêbûn. Bêhtir ji vê şûnde çêdibîn.
Hûnê bêhtir bêjin “şoreş ji mereye, azadî ji mereye. Ez herdem dibêjim bi xwediyê jiyanêbin. Mesele ne atifî tenêye, meseleke felsefiye, ilmiye. Hûn jî li ser heqîqeta xwe rast bisekinin, hûnê van rastiyan hemî bibinin. Ez kûr li ser sekinîme, ez dikarim meseleyan hîn kurtir vekim, hebek dem dîxwaze. Ez jî hesabî dijmin dikim, ê kevneperestiyê dikim, ê we jî dikim. Hûn jî ne hazirin ku bi mîrovre bi heval bin. Atifî ne, bê tecrubene. A muhîm mîrov we xurt bike. Ew ji teva baştîre. Dê û baven we, we ji bo mêra hazir dikin, Em we ji bo egîdîyê hazir dikin. Em we ji bo şerêfê, ji bo azadiyê hazir dikin. Ev tiştekî başe. Ev jiyana ku didim ber we jiyaneke başe. Belê ez jiyana şer didim ber we. Binêrin ji bo gelê Kurd ji jiyana şer bêhtir tiştek şerefê tune. Di destên Kurda de tiştek nemaye. Yeke din heye, wexta hûn ji me dûr xistin, kê dûr xist? Kevneperestiyê û dijmin. Wexta em we nezîkî xwe dikin li ser çiye? Li ser welatpareziyêye, temamen li ser siyaseta partiyêye. Ne wihabe hûnê biçûk bimînin. Yên ku soza tam di cîhde didin, li ser vê rastiyê bidin. Di axavtinên Tirmehêde me ji bo têkiliyan çi got? Min got ji bo zewacê, lazime hûn çar zewaca bikin: Yek bi partiyê ve girêdayî be, yek bi gel re, yek bi welat re, yek bi şer re.
Berya nefsa xwe, berya rehetiya xwe, ez vê azadiyê gavekê bi pêşde bibim. Ku hûn jî wiha bikin, dijmin bi mîrovan nikare. Ku dijmin bi mîrovan nikaribe mîrov bi ser dikeve, serxwebûn û azadiyê digre. Ev jî jiyana raste, jiyana em qebûl bikine. Ku ne ev jiyana be, ji mere jiyan herame. Ji zaroktiyê bigir heta niha ez fedî dikim, bê çima li ser serê insanên Kurd wiha kirine? Şerefa me heye? Na. Namusa me heye? Na. Tiştên vana bi serê me kirine evin. Ji bo vê min got însanên Kurd hemû bê namûsin. Tiştê namûs dihesibînin, tevde bê namûsiye. Ev tişte me kiri ye dibêjin “karê dînaye!” Ev sedî sed namûse. Ya muhîm niha hedî bi hedî fêhm kirin.
Belê, ne her tişte, destpêke, lê destpêkeke dîrokiye. Ne ji bo we tenê, ji bo hemû hevalên partiyê, hemû hevalên me yên li welêt li ser van rastiyan bisekinin. Ku em li ser van rastiyan bisekinin, di nava partiyêde xurt bikin, di nava civakê de xurt bikin, bi rastî Kurdistaneke çêdibe, Kurdistaneke wekhevî çêdibe. Wê demê jiyana şexsî jî pir xweş çêdibe. Yanî hûn wekê rojê dikarin jiyanê temsîl bikin. Li hember jinên xerabiyê, li hember her tiştên xerabiye di her alîde li dijî jiyanê çi heye, hûn xwe jê derdixin, hûn xwe dikin roj. Em vê îmkanê didin we. Hûn vê îmkanê bigrin, vê îmkanê dinava partiyêde temsîl bikin, ji we mezintir kes tune. Başe, lê vaya bi çi hawî dibe. Min got ku bi kar û şerê fikrî, bi şerê li ser ruhê xwe sekinandin çêdibe. Hûn çiqasî serbikevin hûnê ewqasî bibin ronahî û bibin roj. Bawerim van tiştên ez dibêjim layîqê me Kurdanin jî û jin û keçên Kurdanin jî. Belki hîn kêmasiyên me hebin, belkî hûn teng bibin, belkî me nikarî bû her imkan bi pêşya wedana. Tabî îmkanên partiyê kêmin, ên gelê Kurd bi xwe kêmin. Ji vê şûnde mîrov dikare bêhtir îmkanan bi hevre çêbike. Rast bi ser meseleyande bimeşe. Mîrov ji kêmasiyan xwe dûrxe, rastiyê hakîm bike.
Ev rastî jiyana me çêdikin. Ji vê jiyanê bêhtir em tu jiyanê qebûl nakin. Yekî li ser vê jiyanê bimeşe, ewê bi serkeve.