BERN – Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina çalakiyên grevên birçîbûnê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Swîsreyê li Bernê li navenda bajarê belavok belavkirin.
Ciwanan li navenda bajarê, li kolanan di otobûs û trenan de belavokên der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê belavok belavkirin. Ciwanan di çalakiyê de pêşmalên bi nivîsa “Çalakiyên Grevên Birçîbûnê – Azadî ji bo Ocalan” girtin ber xwe. Di çalakiyê de ciwanan raya giştî der barê çalakiyên grevên birçîbûnê û armancê wan de agahdarkir û banga piştgiriyê kir.
Ciwanan diyar kir ku ew ê di pêvajoya pêş de bi tarzekî nû dakevin qadan û bikevin nava çalakiyan.