AMED – Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Adnan Selçuk Mizarli û Hulya Alokmen Uyanik talana ku qayyim li dû xwe hiştiye deşîfre dike. Hevserokan serê sibehê avahiya çand û turîzmê ziyaret kirin. Hevserokan dîtin ku avahiya li paşiya şaredariyê ya ku ji bo şano, konferans, civîn û şahiyan dihat bikaranîn ji aliyê qayyim ve wergeriyaye xirbe.
Avahî nayê bikaranînin
Li gor ragihandinên personelên şaredariyê deriyê destpêkê yê avahiya ku ji aliyê polîsan ve hatiye bikaranîn şikandîbû. Eywana pêşangehê, eywana sînemaya bêrîkê, eywana şanoyê, odeyên serokatî û gerînendeyê hatibûn valakirin û bûbû wekî xirbe. Gelek alav hatine xerakirin û nayên bikaranîn.
Hevserokan ragihandin ku ew ê derbarê vê bûyerê de lêkolînek berfireh bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin.