ŞIRNEX – Serdegtinên malan ên li Cîzrê roj bi roj zêde dibin. Di van serdegtinên ku tên kirin de hat îdakirin ku li taxa Cûdî bi ser mala F.T. de hatiye girtin û li malê jinek û 3 zarokên wê hatine tehdîtikirin. Polîsê ku di pacê re ket hundir ji jina xwediya malê re got, “Zimandirêjiyê neke ez ê li te bidm.”