NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a 14 çalakgeran ya li bajarê Fransa Strasboûrgê di roja 124’an de didome. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran di qonaxek kritîk de ye.
Ji roja destpêkê ya çalakiyê ve ji çalakgeran Yuksel Koç, Keram Solhan, Gulistan Çiya Îke û Deniz Surgut ji ber rewşa nerênî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê.
Çalakgeran bi armanca mûayîneyê rakirin nexweşxaneyê û tedawî red kirin. Çalakgeran diyar kirin ku ‘heta tecrîd neyê şkandin’ bi biryarin ku çalakiya xwe bidomînin.
Ji roja destpêkê ya çalakiyê ve bijîşk rewşa tendurisityê ya berxwedêran dişopîne. Dr. Fahrettîn Gulşen ku bi rêk û pêk rewşa çalakgeran dişopîne û teşhîsan dike hişyariya zêdebûna pirsgirêkên tenduristiyê ya çalakgeran kir.
Li gorî Gulşen ser êşî û bêxewî pirsgirêka herî mezin a çalakgeran e û ev pirsgirêk di hemû çalakgeran de heye.
Konsantrasyon û xirabûna dîqetê (bal-hişyarî) ya girêdayî bêxewiyê di asta herî bilind de ye. Pêdiviyên rojane yê çalakgeran bi alîkariya kesên di komîteya çalakiyê tê pêkanîn.
Li aliyê din serdanên ji bo çalakiyê didomin. Ji gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan serdana çalakiyê dikin, xwedî li çalakiyê derdikevin û diyar dikin ku şkandina tecrîdê wê rêa aşitî û demokrasiyê veke.
Bêdengiya saziyên Ewropayê ya li dijî daxwaza çalakgeran bi çalakiyan tê protesto kirin.
Li pêşiya Konseya Ewropa (KE), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Parlamentoya Ewropayê (PE) bi dehan çalakî hatin lidarxistin û banga demildest ketina tevgerê li saziyan hate kirin.
Di çalakiyan de bi taybet tê bibîrxistin ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û tê xwestin ku li gorî Peyama Mafê Mirovan a Ewrpayê ku îmze kiriye tevbigere.