Zihniyet çiye? Hiş, bîr, zanebûn tên çi wateyê? Taybetmendiyê zihniyet ê esasî çine? Zihniyet fêhm kirin ji bo çi girînge? Ger zihniyet şaşbe wê şaştiyên çawa bixwe re bîne?
Di civaka xwezayî de zihniyetek çawa hebû? Têkiliya civak û xwezayê, jin û zilam di çerçoveya zihniyetek çawa de pêş diket?
Bandorê jin-dayikê di pêşketina zihniyetê civaka xwezayî de çi bû?
Bê goman rast bersiv dayina van pirsan pir girînge. Ji ber bêyî zihniyet em nikarin civakîbûna mirov rast pênasebikin. Ger di bingeh de rast fêhm kirinek di milê zihniyet de bê çêkirin emê bikaribin pêşketin û civakîbûna mirov jî fêhm bikin.
Di roja me ya îro de di astek jor de berovajîkirinek zihnî heye. Wek pergala hiyerarşik û dewletparêz bi taybet jî pergala kapîtalîst ji bo pêkanînên xwe li ser mirovan ferz bike bi şêwazên çûrbicûr mirovan dixwe bin bandorê xwe. Bêgoman dema vê dide meşandin pêwîste ew zihniyetê berê heyî bê berovajîkirin.
Mirov bi civakîbûnê xwe ji xwezaya yekemîn cûda kiri. Civakîbûn û zihniyetê avabûyî mirov ji nav wê jiyana nêzî jiyana ajalan dûr xist. Li ser esase civakek xwezayî, heya bêjin bi xwezayê re dinav hevsengiyê de, bêyî ku hev û dû tûne bikin, wek hev û temamker nezîkatî tişta di zihniyetê avabuyî de dihat jiyîn bû. Ev bi şoreşa neolîtîkê gihîşt asta xwe ya herî jor. Civak bi axêre, rast û di cî de bikar anîna xwezayê(çandinî pêş xistin, ajal kedî kirin ) re di mile zihnî de jî pêşketinên pir mezin bi xwe re anî.
Lê bi derketina pergala hiyerarşîk û dewletparêz re ev zihniyetê heyî hêdî hêdî berovajî bû. Beşên civakê ji hev qût bûn, hêza zilam xwe li ser jinê û xwezayê ferz kir, nirxên civakê ku civakê li ser piya dihişt hat bin pêkirin û ketin bin bandorê hindek hêzên serdest, berjewendiyên civakê piştgûh bûn û şerên serdestiyê ê bê pîvan pêş ketin. Ev di heman demê de destpêkirina dîrokek nû bû. Dîrokek heya bêjin şaş ku li ser wan nirx û avahiyên civaka xwezayî xwe dida meşandin. Ango zihniyetê heyî berovajîkirin û ji nû de zihniyetê xwe avakirin bû.
Îro li ser rûyê erde dû zihniyetên esasî di nav şerekî de ne. Zihniyetê civaka xwezayî ku em wek pergala modernîteya demokratîk binav dikin û zîhniyetê pergala hiyerarşik û dewletparêz ev bi hezaran salin dinav têkoşînek bê hempa de ne. Ger îro em li rewşa mirov, civak, xweza û giştî gerdûnê binêrin emê hîn baştir fehm bikin ku zihniyet çiqas hatiye berovajîkirin. Ji ber jiyana îro mirov û civak dinav de di gevêze pir xeternak e. Her diçe ber bi tûnebûnekê de çuyîn heye. Ji bo berjewendiyên hin derûdoran dîroka bi mîlyonan salan tê hûndakirin. Bêyî pêşeroj li ber çavan bê girtin li ser esasê tenê îro ya xwe bijî hewildan di asta herî jor de ye. Dîsa ji dîroka hatî jiyîn qût xwe girtina dest û li ser vê xwe dayîna jiyîn feraseta heyî ye. Em dibînin ku ev hemû didin wundakirin. Îro mirov bi pêkanînên xwe ketiye rewşek pir lewaz. Pirsgirêkên civakî ku tên jiyîn û bersivek rast ji wan re nedîtin dihêle ku pirsgirêk hîn kurtir bibin û belav bibin.
Ji ber wê jî rast fêhm kirin, pênasekirin û di bingeh de zanabûna wê derxistina holê girînge. Ger em zihniyet bixwe rast fêhm bikin, derketin û pêşketina wê di cî de şîrove bikin em dikarin zihniyetê îro tê jiyîn û xwe li ser civakan ferz dike jî fêhm bikin.
Mijara ku hîn zêdetir em dixwazin li ser bisekinin zihniyetê modernîteya demokratîk e. Bi civakîbûna mirov re, di civaka xwezayî de tiştê li ser pêşketina zihniyet bandor kirî çi bûn, taybetmendiyên esasî ê di civaka xwezayî de dihat jiyîn çi bûn? Bi taybet jî di civaka xwezayî de xwe çawa rêkûpêk kir. Tişta kû em dibêjin anîmîzm çi ye? Dîsa; fetîşîzm, totemizm, şamanîzm û efsûnkerî çi ye? Ger em divan mijaran de rast analîzekî bikin em dikarin pêşketina hişê civakê û zihniyetê civakê jî fêhm bikin.
Ev pêvajo sedî 98 dîroka civakê temsîl dike. Di heman demê de şikil girtina modernîte ya demokratîk e. Ev tê wê wateyê ku zihniyetê îro xwe li ser me ferz dike di dîroka civakîbûnê de sedî dido ye. Her çiqas îro pergala kapîtalîst xwe wek nebe nabe bide nîşandan jî, çanda modernîteya demokratîk di kûrahî de hîn zêdetir tê jiyîn. Berhemê wê îro jî di civakê de xwe dide der. Bingeh hûnda ne bû ye. Dibe ser hatibe girtin lê tine nebû ye. Ji bo wê jî rast fêhm kirina derketin û pêşketina zihniyet pir girîng e.
Rêbertî dema zihniyet digre dest dibêje ku zîhniyet bi civak û civakîbûnê digihêje wateya xwe a rast. Dîsa rêbertî dibêje mirov nikare civakîbûn û zihniyet ji hev qût bigre dest. Her dû dinav hev de bihev re pêş dikevin.
Di giştî gerdûnê de hişek heye. Çêbûn û pêşketina gerdûne bêyî vî hişî, mirov nikare bigre dest. Lê ev hişê heyî hîn zêdetir di çerçoveyek teng de pêş dikeve. Hîn ji destpêka teqîna mezin de heya destpêka civakîbûna mirov gerdûn di nav lêgerînekê de bû ye. Ev lêgerîn li gor gelek de rû doran cûda hat pênasekirin. Rêbertî ev lêgerîn wek lêgerîna azadiyê binav kir. Di cewher de ev lêgarîna azadiyê ya gerdûnê, xwe gîhand asta xwe ya herî jor. Heya niha, biqasî ku zanistê derxistiye holê zindiyek din ji derveyî mirov ku ewqas pêşketî nîne. Ev dibe ku hîn zêdetir pêş bikeve. Ji ber gûhertin û veguhertin, lêgerîn û pêşketin ticaran nasekine. Ev nesekinîn bi xwe re çêbûnê, gûhertinê û pêşketinê tîne. Bêgoman pêyva pêşketinê jî mijara nîqaşêye. Tişta ku em ji pêşketinê fêhm dikin çi ye? Di çi astê dê tiştê tê jiyîn pêş dikeve? Pîvana me a pêşketinê çi ye? Ji ber îro pergala kapîtalîst zihniyetê xwe wek zihniyetê herî pêşketî dide nîşandan. Dema em li rastiyê dinêrîn em dibînin ku ne wûsa ye. Di encam de gerdûn di nav lêgerînekê de ye. Encamê vê lêgerîna gerdûne mirov û civakîbûn pêş xist.
Di civakê de tenê gûhertin nebû. Pêşxistin, avakirin, çêkirin hebû. Taybetmendiya civakê ê herî destpêkê ev e. Ew hişê gerdûnî ku di hemû zindiyan de hebû bi mirov re, bi hiş û zihniyetê civakê re avakirin û çêkirin da pêşiya xwe. Mirov beriya xwe di xwe de dihewîne. Ango ew pêvajoyên ji destpêka çêbûna gerdûnê destpêkirî xwe di mirov de didin jiyîn. Çawa ku em dibêjin mirov xelqe ya herî dawî a zîndîbûnê ye, ev jî wusa ye. Binavekî din ev civaka dîrokî ye.
Rêbertî dema dibêje ev pêşketin di çerçoveya armancekî de ye, fikrandinan di me de jî dide avakirin. Ti tişt bê wate, bê armanç nîne. Di encamde gerdûn di civakê de xwe di astek jor de pêk anî. Ew hişê heyî ê gerdûnî di astek pir lewaz de ji xwe heyadar e. Di çerçoveyek teng de jiyana xwe dayîna meşandin heye. Hişê heyî di yek milî de an go di milê hêstî de pêş dikeve. Ev jî di giştî zindiyan de pêş dikeve. Ev bi civakê re digihîje astek din.
Wê bidome……
ZERDEŞT TOLHILDAN
Çavkanî: Komunar