Jiyan bi xwe xewnek bû, ma tuyê di xewnê de xewnê bibinî? Esas di zaroktiya min de tu tiştêkî awarte nîne. Heke hun baldarbin tê dîtin ku rewşeke li paşjîna hemû kesî ye. Ya balkêş divê ev der be. Dayik û bav zêde tu tiştî nadin zarokê xwe, xwediyê wê şarezayiyê nînin. Gund dîsa nikare tu tiştî bide. Aveke rast a vexwarinê jî nîne. Dibistan nîne. Rewşeke wisa ku mirov xewnên bihêz bibîne jî nîne. Zarokê me di axa xwe de qedî dimîne. Mirov dikare weke xeyal jî bi nav bike.
Çawa bû; ma xewneroşk bi pêş diketin? Min zêde wêrekiya xewroşk û xewnan raber nedikir.
Xezo: cîran zêde hev naecibînin, tê bîra min, cîraneke me ya bi navê xezo hebû. Xezo xizan bû. Ji bo ku mirişkeke xezo hatibû mala me dayîka min her roj erd dihejand. Deqeyeke ku bêşer tûnebû ya wê jinê. Bawerim, ez ji hizra bêwatebûna wî şerî gihiştim şerê biwate. Erê sibê hetanî êvarê şerê cîranan li cem me gelekî zêde bû. Bêwate û vala.
Rewşa destpêkê ya bihîstima min a dengê tebanceyê hîna di bîra min de ye. Min carekê dît ji pişta mizgeftê dengê tebanceyê tê. Ez zirav qetî bûm. Min got “ev çi deng e?”, “ev çi dînêmêrtiye?”, “çawa wêrekiya vê yekê dikin?” min demeke dirêj wate nedayê û vê yekê ez veciniqandim. Di gundê me de berdaneke tebanceyê bû ev. Hêza min a ku ez lê temaşe bikim tune bû. Ji ber çi bû? Esas min tiştekî mezin ê derveyî hiş li wir didît. Bi ihtimaleke mezin ez li ser nebûna bi vê teşeyê çareserkirina nakokiyên nava gel de difikiriyam. Ev nêzîkatiyeke baş e. Ez dibejim; “di vê lihevdanê de hêvî nîne”, ez vê yekê bi wate nabînim; ez xeteriyê dibînim ku, vediciniqim. Min tu caran wate neda ev şêwaza şer. Bi hevaltiyê ve pêşî girtina min a nakokiya ku ez dibirim şer, bi vê yekê ve girêdayî ye.
Li dijî van hemûyan, her ku çû min şêwaza xwe ya tevgerê pêş xist.
Erê, li gor min şerên bi kevir gengaz e, lê di hawirdora gund de bikaranîna tebanceyê karê dîna ne. Xaleke balkêş e. Him tuyê wisa serî hildî, him jî tuyê hiş nebî bi ser tebanceyê ve. Dema li pişta mizgeftê zilam tebance teqand min got; “ev cinawirek e, çawa dikare vê tebanceyê biteqîne”. Hîna hişên min nedigirt. Ez dibêjim “li hawirdora gund tebance nabe” û ev jî nirxandineke rast e. Ji ber ku divê nakokî bi tebanceyê çareser nebe. Heke bal were kişandin ez şoreşgeriya herî mezin disepînim. Di vî şerî de ez tebanceyê misoger weke amrazeke şaş difikirim û ez ev fikra xwe hîna jî diparêzim. Wisa di hawirdora gund de divê tebance neyê bikaranîn.
Hema di vir de ez tiştekî dîtirê jî li ser zêde bikim:
Du hevalên min hebûn her du jî hîna di bîra min de ne. Min rojekê bihîst di şer de yekî bi kêrê yê din kuştiye. Ez niha jî hîna wî şerî û bûyera kuştinê ji bîr nakim. Ji bo min gelekî jandar bû. Divê misoger ew bûyera kuştinê li hawirdora gund çênebûya. Min gelekî jandar û hovane didît. Dîsa ew karê bikaranîna tebanceyê jî, min xeternak û hewlnak didît. Her du jî şaş bûn.
Bandorên wan pir dem dirêj bûn. Min hîna ji bîra nekiriye.
Ji tekoşînekê re girêdana min a hişyarane heye. Bi teşeyeke ku tê pejirandin ji meşandina tekoşînekê re girêdana min heye. Yan jî dê veguheriya rewşekê ku tu kes nedikarî ji binî derbikeve. Mînak em cewaziya di navbeyna şerê min û şerê Kurd de hindekî vekin. Di gund de her kes dikare wî şerî bide. Jixwe yek jî kuştin, hevtemenê min, her du hevalên min ên zaroktiyê li hev dan. Kuştin karekî wêrekiyê yê awarte ye. Bikaranîna çekê jî pir awarte ye. Lê ez çima ji kesên wê rojê eciz bûm?
Jixwe ew kes piştre mirin. Yê ku mir jixwe mir, ê ku çek bikaranî zêde serkeftî nebû. Di şer de navê wî jî derbas nebû. Ez bawerim di navbera şerê klasîk û şerê min ê wê demê de cewaziyên mezin û girîng hene.
Dema ew di şerên xwe de diqediyan, min şerê xwe vegerand pêşveçûyîneke mezin, ev yek di wan şertan de ji bo Kurdistanê cewaziyeke mezin e.
Hîna ji heft saliya xwe bir vir ve, berçavkirina perçiqandina pîvanên civakê, diyardeya xirabkirina lîstokê nîşan dide. Di vê derê de divê girîngî û nêzîkatiya çawaniya giyanê were fêmkirin. Dema ez hîna di civata gund de bûm jî dewsa ku ez bibim weke her kesî, dîtina pêwîstiya cewaziyê û bi ser de çûyîna min e.
Divê mirov fêm bike. Dibe ku hînker be.
Lê min çawa bi dest xist û her ku çû min çawa têperand?
Hîna tê bîra min, li pişta gund parçeyekî me yê rez hebû. Ji bo xwe min weke dibistanekê bi kar dianî. Min ew der bi pirtûkan ve dagirtibû. Di bin mêwên rez de, li bin darên fistiq û bayifan de çend cihên min ên wisa hebûn. Min sererast dikir, radizam, dixwend. Min gelekî xwe diwestand. Xwendineke wisa bi azîne nebû. Hindek bi matematîkê re, hindek bi dîrokê re hindek jî di derbarê her tiştî de bûn. Wê demê hezeke me ya ku em bikaribin nirxandineke zanistî bikin tune bû. Meraqeke xwendinê ye, ez dixwazim li ser rawestim. Di vê navberê de ez bi rez re jî mijûl dibim.
Birayekî min ê navîn hebû, hat. Êdî ji ber sedemekê em rabûn şer. Divê sedema wê çibûya? Bi ihtimaleke mezin di xebata rez de kêmaniyeke wî hebû. Wisa min nêzîkatiyeke wî yê beredayî yan jî ji kedê re bêrêz, helwesteke bêwate ji peywirê re dît. Min xwast ez wî ji rez biqewitînim. Piştî ku ez hindekî mijul kirim, min ew bi ser revê ve bir û dest bi revê kir. Min da dûv wî û min ew şopand.
Bi hêrseke mezin, min ew dida ber keviran. Hîna tê bîra min, li ser tehtan bûlxur dikelandin. Malbata me, dayik-bavik hemû li wir in. Çû xwe avête wir. Bêguman stargeha wî malbat e. Li hember êrîşên min ên giran hiziriya ku encax wisa xwe biparêze. Heke min ew girtiba, belkî bi keviran min ew gelekî êşandiba. Hindek ji derbeyên kevir girtin jî. Heke min hîna girtiba, diviya ku min hindek cihên wî xwîn kiribana û bişkênandibana, hêrseke wisa.
Bêguman dema xwe bispêre malbatê yê ku destpêke li dij derbikeve bav e û hîna di bîra min de ye, bav li dij derket. Meşiya ser min. Bêguman ji ber ku bav bû diviya ku min çend gavan xwe paş ve daba. Berbi gund ve min tevgereke paş ve kişandinê kir. Hemû gund rabibû ji piyan. Şerekî bav û kur ê dijwar bû. Bêguman dema ez paş ve kişiyam, wisa paş ve kişandineke lewaz û bêşer nebû. Paşve kişandineke xwedî îdîa û sing bi sing, bi kevir barandinê bû. Ew jî êrîş dike, hindekî zêdetir xwedî hêz e. Lê di nava gund de êdî kolan hene ez dikarim xwe berdim nava kolanan. Her wiha zêde derfeta min a serkeftinê nîne. Piştî em ketin nava gund, ji ber westandinê bû yan jî êdî pêwîstî nedît… xwe bi paş ve kişand. Bi vî awayî em di hevsengê de man.
Lê ez bi vê têr nebûm. Hêrseke min a wisa hebû ku, ez bi wê hêrsê ketim nava malê û hîna tê bîra min, parçeyek çixina wî hebû. Wisa çixinek bû ku gelekî li paçan dipêça û pir jî vedişart. Dîtin gelekî zehmet bû. Lê ez di vê mijarê de gelekî lêkolînêr im. Piştî çend lêkolînan (belkî çixin xistibû gomê) ez çûm nava kevir û daran min li wir dît. Tê bîra min, min deh lîra girtin. Li gor diravên wê demê diraveke zêde ye. Piştî ku min deh lîra girtin me tevgera berdana gund plan kir. Yan jî hêrsa me em anîbûn wê xalê ku ji me re digot “tûyê vir berdî”.
Çima dev jê berdan? Ez bawerim ji malbata wê demê re hêrsa min pir zêde çêbibû. Û bêguman piştî ecizbûnê êdî tu nikarî zêde li gund û malbatê bimînî. Heke tu nikaribî zêde li mal bimînî, wê demê çi karê te li gund heye? Bi kêmanî ji malbat û gund re berxwedaneke yekgirtî bû. Ez bawerim wisa bêwatebûyîna gund em birin ramana “xwe dirêjkirina bajêr ” ve bir.
Wê demê bajarê ku min hindekî nas dikir Nizip bû. Berêçûk (birecik) hebû, piştî wê Nizip dihat. Wisa tevgereke bi ser de çûyîna bajar. Nîva rojê, hewa pir sotînêr e û di wê demjimêrê de rabûn û ketina rêka bajêr zêde karekî hişdarî nîne. Lê min ezmûne kir. Bi lez bi ew diravên me girtî, min xwe berda jêr. Newalek û pişt re bi lez hilperîna gir. Û dîsa tê bîra min, ji beriya ku gund ji asoya min wenda bibe, bi hêrs û di nava firmêskan de, ez bi xwatirxwastineke veqetînî derketim.
Gundekî cîran hebû. Bêguman derbaskirina wî gundî mesele bû. Kuçikên wan hebûn. Tu zarokekî pir fedok î, heta dawiyê tirsonek. Yek jî çi tê bi serê meriv de, çi nayê…min got “tuyê xwe hetanî dawiyê bi serkeftî bikî”. Ez bawerim bi vê hestê, ji aliyekê ve ez xwe ji kuçikan diparêzim, di aliyê dîtir de jî, ez xwe ji hindek nezeran diparêzim. Min gundê yekem derbas kir, bi lez ez ketim rê. Ketim rêka gundê duyem, divê ku ji Xelfetiyê wesayît were. Bi ihtimala mezin divê wesayîta postayê were, ji rêzêye wesayîta rêwiyan ne. Bi lezeke mezin, bi wê hersê ez gihiştim gundê Qeremezrê. Dareke wî gundî hebû, ez li binî rûniştim wesayît hat û ez lê siwar bûm. Du dirav û nîvê min çû ez baş nizanim, lê ez gihiştim Berêçûk.
Dîsan di hewaya sotîner de min xwe li pira Berêçûk da. Min ew jî bi ser xist. Rexmî ku ez hîna di temenekî biçuk de bûm min bi ser xist. Çûyîma min a dibistanê nayê bîra min. Ji bo yekî di wî temenî û wê binkeyê de siwarbûna li wesayîtê gelekî zor e. Diviya ku min dibistana seretayî jî qedandibûya. Bi wê lezê min xwe avêt Nizibê.
Û piştî wê bi şûn ve şêwaza min paleya deşta Beraqê heye. Ev Beraq deşteke pir bixêr û ber e, genim lê tê çandin. Ji bo paleya genim jî hêz pêwîst dike, kokên wê pir zehmet tê hilkirin. Bi çend dost û komeke nas ve em çûn. Yoma du rojan bi pênc lîrayan bû. Ya herî gîring jî, sibê, nîvro û êvaran dew hebû. Min ev roj bi dewê germ derbas kirin. Min dît êdî nabe yan jî min zêde nekarî bikim, an jî ji ber sedema qedîna genimê çinînê; ez ketim nav amadekariyên vegerînê.
Lê min deh lîra bidest xistibûn.
Hîna tê bîra min, ew vegerîneke biwate bû. Deh lîra wisa min ji bavê xwe sitend, deh lîra jî min ji vê derê bi dest xist. Bi vî teşeyî min bi dawî kir. Piştre çi bû ez nizanim.
Ev serhildana min a yekem bû. Weke baxçeyê ku min piştre li Rojhitanavîn ava kiribû. Ez dikarim bibêjim ku esas wê demê akademiyê dest pê kir. Baxçeyeke xweş bû, min ew sererast dikir. Zilam hat xirab bike, min li dijî wî şer dest pêkir. Baş tê bîra min ku di derbarê rastiyekê de bû. Li gor min jiyaneke rast hebû, xwast wê xirab bike. Min şer wisa da destpêkirin.
Ez şer weke hunerekî bi dest digrim. Temenê şerê ku ez didim meşandin, bi kêmanî qandî temenê min e. Bi qandî ku ez bijîm, qutbûna leza vî şerî ne mijara gotinê ye. Plana wî min çêkiriye. Roj bi roj ez di nav amadekariyên wê de me. Asta vî şerî tu kes nikare bi paş ve bixe. Viyanek heye, vaye çemkeke min a planê heye. Berê min di tewereya gund de, yan jî di nava civateke biçuk de dikir, ez niha di wergiriya netewî de dikim. Bêguman, ez gelekî jî dikim.
Û çalakiya bi keviran, çi bû ew? Ji ber ku li min dan, gelekî zor be jî ez rabûm çalakiyekê. Li dij Cimo û Miho çalakiyên ku min birêkxistine jî, qandî serhildana yekem girîng e.
Kengê min ev her du çalakî xistin hişê xwe? Min dît ku gelekî bi ser min de hatin çêdibe, êdî malbat tê rewşa ne qebûl kirina min. Min dît êdî jêneger e û heke êdî ez nekim zêde nikarim bijîm, çi hate hişên min ên zaroktiyê?
Başe ez çawa çalakiyê bikim? Cimo zarokekî pir nerehet e, tevlî hemû xirabiyan bûye, di şer de pîvanan nas nake. Ez jî gelekî şermende me. Ez bi hêsanî nayêm şer û ev jî astengiyeke rişt e, çareserkirin zehmet e. Me jê re digot “firdo” bi rastî jî Cimo fir fir digeriya li her derê.
Çar neçar, êdî nizanim, weke pêngavên min ên her demê surprîz. Min carekê dît Cimo di newala jêr de dimeşe. Êdî em bûne dijberê hev. Tê bîra min ez derketim aliyê jor ê newalê. Min xwe li wê jorê bi cih kir. Min dest bi şopandinê kir. Dîsa wê demê kiras hebûn, cilên dirêj. Min kirasê xwe bi keviran ve dagirt. Hindekî li pêş cîranekî min hebû. Yanî ne dostekî baş be jî, dikare di nav me de bisekine yan jî ji min re bibe hevkar. Misoger beşdarî şer nabe, lê çavdêriya min bike. Di vî şerî de esas li ser şêwaza rast her tişt heye. Amadekariya pêwîst, çeper girtina zexm, şopandin, şêwaza tevgerê û îtîfaq. Yanî rewşeke rêxistinî. Piştre min dest pê kir, ji jor ve kevir bi ser Cimo de gindirandin. Weke ku min gotî, Cimo ne yekî ku xwe bi hêsanî paş ve bide û fêrbûye her dem bi nêyînî bi ser min de were. Bi barandina keviran ve herî dawiyê min Cimo xist pozîsyona revê. Dema dest bi revê kir jî, ez pêtir bi ser de çûm. Ji rûbar hetanî malê da revandin (baş tê bîra min) û piştre kete mala xwe. Û hîna ez bawerim derî jî li ser xwe girt.
Pir balkêş e. Ew ji bo min serkeftineke mezin bû, ez bawerim dayîka min wê demê ev baş nirxandibû. Ev çalakî wisa pêş ket û encam jî serkeftin bû. Hîna tê bîra min, ez nanepixînim. Misoger serkeftin bû. Ji ber ku, kesekî ji min bi belatir bû. Hetanî wê rojê ez şikandibûm, lê bi çalakiyeke ku min bi rêxistî, min Cimo qedandibû. Çalakiyeke pir bi amadekarî, bi plan û bi însyatîf bû.
Ji bo Miho jî heman tişt bû. Miho jî ez gelekî mijûl kiribûm, serê min şikandibû. Belê hîna şopa wî jî heye. Ji bo wî jî bi heman planê ez derketim serê ban. Dê ji quncik ve Miho derbikeve, yek jî divê ji min ve newê dîtin. Dê ji quncik ve derbikeve, ez jî li quncikê din ê ban im. Dîsa min kirasê xwe bi keviran ve dagirt û dema Miho ji quncik ve derket min kevir li ser barandin, Miho birîndar bû. Ew jî bi reveke lez hetanî hundirê mala xwe çû. Tê bîra min ez bawerim min hetanî tariyên mala wan jî da dûv wî. Û Miho jî wisa qediya.
Dema ez niha li van her du çalakiyan dinêrim, bi hemû aliyan vê şêwaza min xwe dide dest. Plan, veşarîn û însyatîf heye. Êrîşa yekem ji min de ye û hetanî dawiyê jî ez bi dûv dikevim. Heke bal bê kişandin di vê derê de hemû taybetmendiyên gerîla veşartîne. Hîna di temenê biçuk de weke van mirov dikare behsa gelek çalakiyan bike.
Çi ye? Di şertên gund de şerên bi malbatê re, şerên bi zarokan re…tirsa min a ji ber zehmetiya şerê zarokan, gumana min a ji ber encamên xirab ên lêdan-şikênandinan; hesta ev derbeyên giran ji bo jîna min a demdirêj e, hemû hîna di bîra min de ne. Heke gengaz be nemirin, lê heke negenganz be, weke çîroka Cimo û Miho bi rêxistina çend çalakiyên biplan û bihêz. Û min peyitand ku hişyariya gerîlayekî qedîm nikare nîşan bide, min di ew temenê xwe yê biçuk de nîşan da. Piştî ku ez demekî dirêj di parastinê de mam, bi carekê ve min dest bi êrîşê kir û derbeyên mezin lê dan.
Nakokiyên nava malbatê hebûn. Kevneşop û normên malbatê yên ku xwe disepandin hebûn. Li dij wan jî, weke serhildana yekem ez ketim nava berxwedaneke mezin. Hêrs, şer û serhildaneke mezin. Piştî wê vaye hetanî serhildaneke li dij gund, li gor min şêwaza şerekî mijara gotinê ye. Ev jî şerekî hêrsê bû. Wê demê piştî ku ez ji gund qetiyam, bi temaşekirina dawiyê re rondikên min ên weşiyan tên bîra min. Bêguman ev ji hêrsê dest pê dike. Sosret e? Çima tu wisa şer dikî û çima tu wisa qut dibî. Taybetmendiyeke kesayetê ye. Min got kesayeteke wisa bi hestan ve barkirî.
Ez diqetim. Qutbûyîna ji civata gund û bi ser civaka bajêr ve çûyîn heye. Bi her aliyê xwe ve şerekî civakî ye.
Hêrseke min a ku di deh saliya min de mezin bûyî hebû. Bi hêrseke mezin, weşîna rondikan a ji çavên min hebû. Lê min ew bir serhildanê. Xwatir xwastin heye. Ez di ew temenê xwe yê zaroktiyê de, xwatir xwastineke sotîner bû. Lê ji nû ve veger hene û hemû jî kûr in. Bêguman min ev ji tu kesî re venegotin, tu rewşeke min a vegotinê jî tunebû. Lê bi puxteyî wisa bû.
Veqetîna min a ji çiya, kevir, av, civîk, gumgumok, pirpirûk, mar û mişkên welatê xwe gelekî girîng e û tu carî ne ji kirina min a wir bi siyaset kirina min ve girêdayî ye.
Bîranîneke biçuk: mezinekî malbatê hebû. Dixwast hindekî mala me jî biwênerîne (denetim). Hîna di bîra min de ye, zilam me dişopîne. Di destên wî de bavê min jixwe weke xizanekî ye. Ez bawerim hindekî bi pêşveçûyîna min a azad hesiyaye. Hat û got; “ev destên te dîsa bi çi re mijûl dibin, li hember min rişt(cidi) be, min pir rişt guhdar bike!” Tê bîra min wê demê ev gotin kir; “ma di te de civa (madeyeke bêrawestan) heye lo?, li hember mezinên xwe zexm bisekine!” pîvana feodalî li ser min disepand. Min jî wê demê bi rastî lêyîst. Ez bi ber çavên mêrik ketime û hîna wê demê dixwaze min rast bike.
Ji ber ku min radestî qebûl nekir û li ber xwe da, di aliyê civakî de asta qebûlkirinê hindekî bi dest dixim. Îro ez di nava gelê xwe û dostên xwe de hindekî eleqeyê dibînim. Ez di hêzên dijberî xwe de jî rêzê diafirînim. Heke em hîna şênber biaxifin, min bi salan nedikarî xwe bi gundiyekî bidim guhdarkirin. Daxwaza min çi dibe bila bibe, min ji diya xwe re, ji bavê xwe re, ji gundiyên xwe re, ji hevalên xwe yên dibistanê û zaroktiyê re vegot ku ez nikarim xwe bidim guhdarkirin.
Li wê derê min pêvajoyeke sosret a tekoşînê derbas kir. Dîsa di aliyê jiyana civakî de divê mirov hindek taybetmendiyan zelal bike. Di hawirdora gundekî wisa de, astengiyên têkîliyên malbatê çawa ne û bi nakokiyeke rûbarî malbat çawa bi hev re dibin dijmin, min ev çawa weke xeteriyê dît, ev min vegot. Ev tê çi wateyê? Hindekî xwastina pêşveçûyîna civakî ye.
Li pêşiya pêşveçûyîna civakî nakokiya Kurd a navdar heye. Şerê xwînê, şerê cîranan, şerê kuçîkan, şerê keran, şerê bostek ax. Min xeteriyên vê dît. Ev jî rewşeke pir paşverû û paşvemayî yê eciziyê ye. Ez ji vê nerihet dibûm. Bersiva ku hîna min di zaroktiya xwe de peyda kir, gihiştina berovajiya vê ye.
Gihiştina berovajiyê ve çi ye? Ez dê nebêjim binkeya civakî ya gund ku bi cih bûye, li dij binkeyeke ji civakbûnê re girtî hindekî afirandina civaktiyê ye. Hîna di wê demê de bi hevtemenên xwe re ji pêwîstiya têkîliyên veşartî min xwe neda paş. Temenê min heft-heşt pir zêde deh bûn. Di hawirdora gund de yekem têkîliyên xwe yên veşartî min wisa ava kirin. Pir baş tê bîra min, ji mezinên malbatê veşartî, bi zarokên malbatên ku weke dijmin hatine binavkirin re min têkîlî ava kirin. Rêxistinkirineke veşartî, yên ku wan weke dijmin bi nav dikirin, min xwast ez weke heval pêşwazî bikim. Yanî derveyî armanca cigehî ez ketim nava armancan. Tekoşîna min, wisa bi nepejirandina têgeha wan a dijmintiyê ve dest pê kir.
Dema ez heft salî bûm min xwe wisa fêr kir. Ez diçûm hema digotin; “vaye dîsa ciwa hat”. Ez deh salî bûm, min got “ma tu dayikî?”, “ma tu dizanî te ez di cîhaneke çawa de, bi şertên çawa re rûbirû hiştim?” Ew pirsîneke hesabê bû. “ma tu dizanî tu ji zarokekî çi dixwazî?” Min mirîşk û çêlik nîşanê wê dan û min têkîliya me şipande ya wan. Ez pê hesiyam ku hindek tiştên dayikeke dînok ji zarokekî nexwaze hene.
Jiyaneke wisa pêwîst e. Ez bi tevger bûm. Hevseng jî hebû. Bêguman disîplîn pîştê wê yekê tê, ez xwedî disîplîn bûm jî. Mesela ez yekemîn şerên xwe yên bi maran re, guran re û civîkan re gelekî xwedî disîplîn bûm. Ji ber ku dikarîbûn bi min vebidin. Ez hema di nava hemû tehtan de direviyam, min hema destên xwe diavêtin hemû tiştî, yekî jî bi min veneda. Ew jî bi disîplînê ve girêdayî ye. Min xwe bi hêsanî neda girtin. Ev bi tempo ve girêdayî ye. Tu kes berovajiyê min nebû. Min dizanîbû ku ez xwe bi hemû kesî jî bidim guhdarkirin. Yanî tiştên herî bêbawer min digotin. Her kesî bi ken derbas dikir. Ya girîng xwe dayîna guhdarkirinê bû. Balkêşî bû, xweşikiya uslub bû? Wan çawa dixwast weke wan dibû, weke ku min dixwast ne. Yan jî çawaniya xwasteka xwe min piştre nîşan dida. Ez şerekî çawa dixwazim. Ez yekîtî û tekoşîneke çawa mezin dixwazim. Ez encama wê çil salî bi şûn ve nîşanî mirovan didim. Ji bo ez wan nîşan bidim, wan çawa dixwast ez weke wan dibûm. Mînak digotin, “ax kurê me jî hebûya, wisa bixwenda, wisa bixebitiya”, min wisa nîşan dida. Ji bo ku gundî min biecibînin. Bêguman, rexmî ku ez qet wan naecibînim, rexmî ku li hember wan ez di nava eciziyekê de bim, ji bo ku tenê ez wan bikşînim nava refên xwe.
Erê, li dij jiyana gund a feodal di nava eciziyeke bêeman de me.
Zilamekî cîranê me zewiciya bû. Zewaceke duyemîn a ku min wate nedida kiribû. Û zewaca xwe ya duyemîn bi keçeke di temenê min de re kiribû. Wê demê jî ew zewac ji bo min qels bû. Keçikeke di temenê min de wisa bi hêza peran çûyîna ji zilamekî wiha qels re tawanek bû, bêehlaxiyeke mezin bû. Heke ji destên min hatiba wê demê min dê ew keç ji destên wî zilamî derxistiba. Min bi ser nexist, ji ber ku ez bêhêz bûm. Hêza min tune bû.
Xwişka min: ên ku qet ew nedîtine, ji rêka du rojan hatin, gotin “em dixwazin”. Hatin li beramberî çend telîs genim, çend qirûş dirav girtin û birin. Ev têkîlî hîna min nepejirandiye. Zilam ji rêka çend rojan hatiye, yek jî weke ku xulamê feodal, azepê axa ye xwişka me bir û çû. Min got; “çiqas guneh bû”. Dîsa hêza min têrê nekir. Çû.
Dîsa tê bîra min (ev ên ku min di jiyana biçukahiyê de jiyîn e) dîsa keçeke paqij bi zorê dabûn malekê. Wisa pir bêyî eman, bi lêdanan dabûn. Keç, li hember zilam serê xwe natewîne, direve. Tê bîra min ez xwende bûm, ya ku cara yekem hat kêleka min û ji min re got, “tu dikarî hindekî min fêrî xwendinê bikî” ew keça gund bû. Wisa dihat li hevokan temaşe dikir. Hîna di bîra min de ye, min yek-du peyv jê re gotin, weke din hêza min çênebû.
Weke din hêza min çênebû. Vaye ez îro tola wê hildidim, ez hîna li dûv tola wê me. Ev asteke civakê bû, heke dê wisabûya bila qet nebûya baştir bû. Îroj di civaka min a rêxistinkirî de, êdî weke ya berê ne wisa asta civakî dimîne, ne jî jinên wisa dimînin. Jin jî êdî zilamên weke berê nabînin. Ji ber ku li gor min ew jî ketineke mezin e. Jineke ku bi şêwazên serdestiya kevin bi têkîliyan ve hatiye girêdan wê wenda kiriye, dê wenda bike. Jixwe ji bo min îro jinek bi qandî ku azad e heye. Jineke ku şaş bi zilamekî ve hatiye girêdan, ji bo min qediye. Li gor min, jina ku şaş hatiye girêdan, a ku xwe li gor asta rêgeza azadiyê bi rê ve nebe, hêza xwe wenda kiriye, yan jî qediye. Jin her dem tê îdealîzekirin. Îdealîzekirina wê jî bi azadiyê ve girêdayî ye.
Ez weke kes jî bi hêsanî hez nakim an jî mafê hezkirinê di xwe de nabînim. Mînak weke gelek kesên ku qet ne xwedî maf in, xwe mafdar dibînin. Ez, weke ku gelek kes dibêjin evîndarê gelê Kurd jî nebûm. Li dij gelê Kurd ez di nav êrîşekê de me. Bêguman ev jî evînek tê hesabîn, lê weke wateya yekemîn ne. Di wateya bi qirika hev girtinê de, di wateya şerê bi kirêtiyan re, lê belkî bi çavreşî ye. Û di rewşa bêmafiya min de, ez ji tu kesî re nabejîm “tu çawayî” jî, ez hêza “merhebayê” jî di xwe de nabînim. Ev gelekî girîng e. Ne hezkirin, ez dê bibêjim mafê min ê derbasbûna di kelêkê re jî nîne. Lê piştî ku hewl nîşan da, piştî ku keda xwe ya mezin nîşan da, wê demê ez dikarim bibêjim ku niha ez dikarim ji vî gelî hez bikim û ew jî dikarin ji min hez bikin. Ev bi çi pêk hat? Bi kedê, bi keda şerê herî babistînî (soydar).
Em berê jî di kêleka keçan re jî û di ya ciwanmêran re jî derbas dibûn. Min feraseta hezkirina kevin weke feraseta hezkirina meymûn şîrove kir. Tiştê ku li ser rastiya civakî serdest ev e. Min ji vê re lenet anî, jê tirsiyam û bi paş ve kişiyam. Reviyam.
Hevalên me yên zaroktiyê hebûn, keç jî hebûn. Ne hezkirin, min nediwêriya navê wê jî bînim ser ziman. Bêguman di hawirdora gund de. Û her dem hindekan keç digirtin û direviyan. Min bi hewlnakî pêşwazî dikir. “çawa wêrîbû wê keçê birevîne?” Keç jî dixwastin. “çawa diwêriyan keçê bixwazin?” Di vê mijarê de wêrekiya min tune bû. Bi rastî girtin û revindina keçê ji bo min bûyereke hewlnak e. Tirsnak e, keç xwastin bûyereke pir zor e.
Piştre tê bîra min dayîka me di vê mijarê de hindek ezmûne kiribûn. Agahiya min jê tunebû û min digot, “nabe”. “ew çawa dikarin bi navê min keçê bixwazin?” Wisa keç xwastineke navdar nebû. Wisa ji dûr ve me bihîst, tu cara dîtirê jî gotina wê nebû. Ji ber ku di Kurdistanê de girêdana vê bi pirsgirêkeke bingehîn re heye. Min didît, xwişkên me hatine xwastinê. Li beramberî çend bizin û kerekî digrin û dibin. Wê demê min bi ecizî pêşwazî kir. Min digot, “wisa rewşeke xwezayî nîne, wisa girtin û şandina keçên me yên ji cihên nediyar re.”
Jixwe her dem dixwast ez ji malbatê, ji Kurdeyetiyê û ji zorê birevim. Di vê wateyê de tu kes weke min tirsonek nîne. Tê bîra min dema cara yekem leşker hatin gund, di mal de sê telîs hebûn, ez ketim navbera wan û min xwe veşart. Ev jî li xwe mukir hatine. Lê ez niha weke xwedayê şer im. Dê ev kar bibe. Ji kur hetanî ku derê?
Pîvaneke xwedayî hatiye çêkirin.
Bêguman bi hewla min a zaroktiyê êdî vejîna gelekî pêk tê. Ji ber ku ez meşa xwe ya awarte dixim meşa gel. Misoger şêwaza meşa min cewaz e. Divê mirov vê yekê jî pir baş pênase bike. Misoger ez di xeteke cewaz de dibînim. Ez bi tenê xwe me û pir li dijî kevneşop û şêwazê jiyanên kevin im. Lê pir bêdeng, bi şêwaza ku xwe zêde eşkere nake yan jî kesekî ku hêza xwe nagihê û di vê wateyê de têkîldarî tu kesî nabe.
Jiyana me, ne jiyaneke pêwîstiya jiyankirinê bû. Min xwe li gor vê pîva. Tiştê ku pêwîste neyê jiyîn ez dijîm. Xwe xapandina min, ji xwe re û ji vî gelî re dê bibe xerabiya herî mezin. Lê piranî, li tiştê ku pêwîste neyê jiyîn re, bi jiyankirineke erjeng, bi teşeyekî xwe lê pêçaye û di temenekî de lê eliqî maye.
Pîvana xwedayî hatiye kirin û divê em pir mezin bilêyîzin. Vayê wisa min bi tena serê xwe, xwe ji tirsonekiyê derxist û hatim rewşekê ku li dijberî hêza herî barbar a dîrokê bimeşim. Û di ev tekoşîna me de navê wendakirinê nîne, tenê serkeftin heye. Leşkerê rast, fermandarê rast ê PKKê bi taybet divê bi tiştê xwe ve bi serbikeve. Di pirtûka wî de, di meşa wî de cihê peyva wendakirinê nîne.
Min bûyîna xwe peyîtand. Me ev bi keda evqas şehîd afirand. Şehîd hêza sereke ne û niha gel bi min ve girêdayî ye. Ev hêz (ku zagon û teorî vê dibêjin) di min de kom bûye.
Bûyera ku em jê re xwedayî dibêjin jî ev e.
Hêza teoriyê xwedayî ye. Me hemû jî gihiştandine hev.
Û ez van bi navê bavê xwe nabêjim. Her roj bi navê nirxên mezin hêza min a axaftinê heye.
Çavkanî: Komünar