MÊRDÎN – Bavê girtiyê 24 salî Hakkî Ay ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Xerpêtê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye Huseyîn Ay (50) bi armanca piştgirî dayîna kurê xwe j ibo 5 rojna dest bi greva birçîbûnê kir. Ay ê li mala xwe ya li Taxa Behçelîevler a navçeya Qoserê ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kir, plan dike ku çalakiya xwe heya 10 rojan berdewam bike.
‘EV BÊDENGÎ DÊ GELEK CANAN JI ME BIGIRE’
Ay, diyar kir ku kurê wî di 27’ê Kanûna 2015’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xebat kirin” hat girtin, doza wî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Bav Ay, da zanîn ku dosyeya kurê wî hîna li Dadgeha Bilinde û bi encam nebûye.
Ay, anî ziman ku kurê wî 10 kîlo dane û wiha axivî: “Herî dawî min bi telefonê hevdîtin bi kurê xwe re kir. Ji xwe zeîf bû. Niha zêdetir zeîf bûye. Dema min pirsa rewşa we çawane kir, ji min re got ‘Rewşa me başe, lê bêdengî dê bibe sedama canê hevalên me.’ Kurê min xwest ku ev bêdengî rabe. Dûre hevalekê wî di telefonê de bang kir û got ‘çi dibe bila bibe, dê dawiya çalakiya me bi heybet be.’ Ev tecrîd ne tenê li ser Ocalane, di heman demê de li ser tevahiya gelê Kurde.”
‘GER EM BÊDENG BIMÎNIN EM Ê NIKARIN SERÊ XWE RAKIN’
Ay, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Berê em bi hin malbatan re çûn Amed û Enqerê. Me hevdîtin bi partiyên siyasî re kir. Min li ser gotina ev bêdengî dê bibe sebeba canê hevalê me, dest çalakiyê kir. Min emeliyeta mîdê derbas kiriye. Li gel vê jî min dest bi çalakiyê kir. Mîna bavekê wijdana min heye û êdî nikarim vê bêdengiya heyî rakim. Ji ber vê bi biryarim ku çalakiya xwe ya 10 rojan dewam bikim. Ger ez bikevim girtîgehê jî, ezê çalakiya xwe di girtîgehê de berdewam bikim. Ji ber ku daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Em tim xwedî zarokên xwe derkevin. Lê ger îro em bêdeng bimînin, dibe ku sibe cenazeyên zarokên me bi tabûtan ji girtîgehan derkevin. Ger em bêdeng bimînin, emê nekarin bi serbilindî li dû şehîdên xwe rawestin. Divê kes nefikire ku ev tişt dê neyê serê me. Îro zarokên me ne, sibe dê zarokên hin kesên din bin. Rizgariya me dê ne bi bêdengiyê, bi deng derxistinê pêkan be.”