WAN – Li Wanê ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya bi bi beşdariya hezaran kes ku bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk tê îro koma 4’emîn dewr girt. Gellek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
Beriya dest bi çalakiyê bikin xizma girtiyan Emîne Bozkurt çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr xist. Bozkurt anî ziman ku tecrîd tenê ne li ser gelê kurd pêk tê, di heman demê de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê û greva birçîbûnê çalakiyek bi rûmet e.