Komiteya Jineolojî ya Ewrûpa ji 30’ê Nîsanê heta 4’ê Gulanê kampa xwe ya Elmanya ya duyem pêk tîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Jineolojî ya Elmanya wê kampa xwe ya duyem pêk bîne. Komîte niha davetname û programa kampa 5 rojan par ve kir. Di kampê de wê mijarên wekî giredayîbûna dewlet, baviksalarî û kapîtalîzm, çîrok û mîtolojî, şewitandina pîrhebokan û hwd. bên kûr kirin. Ji bilî semîner û nîqaşan di programê de aktîvîteyên cûr bi cûr cih digirin. Hem meş, lêkolînkirina giyayan, û hem jî semînera xweparastina cewherî wê pêk werin. Bi moralekî dewlemend komîteya Jineolojî ya Elmanya dixwaze kampa xwe bi dawî bike. Roja dawî jî wê nirxandina kampê wê çêbibe.
Kamp wê ji 30’ê Nîsanê heta 4’ê Gulanê pêk were. Komîte bang dike ku hemû jinên li Elmanya, bi teybetî jinên ciwan tevlî kampê bibin. Ji bo agahiyên firêhtir mirov dikare ji emaila [email protected] binivîse.
Davetnameya kampê: Einladung_Jineoloji-Camp_2019
Dîmenên yekemîn kampa Jineolojî ya Elmanya: