AMED – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dê sibê têkildarî rewşa tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a derbarê hilbijêrên KHK’î de çalakî li dar bixe. HDP dê sibê saet li 15.00’an de li Kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê bide û banga beşdariya daxuyaniyê kir.