MÊRDÎN – Ji bo tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê rakirin grevên birçîbûê belav dibin. Li Qada Azadiyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan nehişt ku malbat daxuyaniyê bidin û çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin. Polîsan bi TOMA yan av li wan kir û êrîşê wan kir. Gelek kes di mûdaxale û êrîşê de hat binçavkirin.
Di dema derpkirinê de 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Li dijî hemû mûdaxaleya sekna Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan berdewam dike.
Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne: “Malbata girtiyan Şukran Erol, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu, Hevşaredara Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevserokê HDP’ê yê Şemrexê Mesut Urun û du ciwanên ku navên wan nayên zanîn.”