NAVEND NÛÇEYAN – Siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel û Selma Irmak ên 96 rojin di greva birçîbûnê dene, di peyama şandin de gotin; “Rakirina tecrîdê dê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe dest pê ka pêvajoyek nû.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û parlementera berê ya HDP’ê Selma Irmak, 96 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Kandira di greva birçîbûnê dene. Tuncel û Irmak, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Çile de dest bi grevê kiribûn.
TÛNCEL: ŞIKANDINA TECRÎDÊ DÊ PÊVAJOYEK NÛ BI XWE RE BÎNE
Sebahat Tûncel, diyar kir ku ew di wê baweriyê deye ku çalakiya wan bi ser bikeve û ev peyam da: “Ez bawer dikim ku berxwedana Leyla Guven dayî dest pê kirin û gelek rêhevalên jin beşdar bûn, bigihijê serkeftinê. ‘Hiqûqa teybet’ a îro li Îmraliyê tê birêve birin, polîtîkayên tecrîd û îzolasyona li ser şexsê Birêz Ocalan, di heman demê li dijî gelên Tirkiyeyê ye. Şikandina tecrîdê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê xwedî girîngiyek mezin û dest pêka pêvajoyek nû ye.”
IRMAK: TECRÎD PERGALA ZORDESTÎ YA LI SER CIVAKÊ YE
Selma Irmak jî, bal kişand ser mîsyona Ocalan û di peyama da de wiha got: “Hemû cîhan, dost û dijmin jî baş dizanin Birêz Abdullah Ocalan ne tenê keseke, ew geleke, gelekê ku neteweya demokratîke. Ew hemû kesên li heqîqetê, edaletê, aştiyê, maf û azadiyê diğerin e. Pergala tecrîda mûtlaq a 20 salin li Îmraliyê dewam dike, pêşeroja civakê xistiye bin zordestiyek mezin. Bi vê pergalê daxwazin civakê teslîm bigirin. Lê tu caran vê pergalê encam negirtiye û dê encam negire.”