NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina YPG‘ê, endamê ragihadinê Xerîb Welat ê di kêliya şopandina pêngava Tebqayê de, roja 20’ê Nîsana 2017’an di encamê teqîna mayînê şehîd bû daxuyaniyeke nivîskî weşand û soza pêkanîna xeyalên wan dubare kir.
Daxuyanî wiha ye;
“Di her karekî şoreşa me de pêşeng hebûn da ku xebat rêk û pêk bikin û biçin serkeftinê. Çawa ku fermandarên wekî Xebat û Silava rêya avabûna hêza YPG û YPJ’ê vekirin, di hundirê hêza YPG û YPJ’ê de gelek saziyên ku xizmetê şoreşê bike û şoreş bi cîhanê bide nasîn de jî gelek pêşeng hebûn. Ji bo ku hêza YPG û YPJ’ê bê ji cîhanê re were nasîn, rastî û heqîqeta mirovên êş kişandî û fedayiyên wan cîhanê re were nasîn di nava YPG’ê de Navenda Ragihandina YPG’ê hate damezrandin. Di avabûyîna vê navendê de jî pêşengên wekî Xerîb Welat ku pîvanên şoreşgertiya bê qisur raxist holê cihê xwe girt.
Rêheval Xerîb bi destpêkirina şoreşê re berê xwe da nava refên şoreşê da ku karibe dilsoziya xwe ya xurt nîşan bide. Di şerên li dijî çeteyên El-Nusra de cihê xwe girt. Bû ciwanekî şoreşger û xwe bi şoreşê re kir yek. Zagonên rast yê rêhevaltiyê bi tevgerîna xwe ve fêrî herkesî kir. Bi vî rengî ango bi awayekî bê qisur xwest di şoreşê de cihê xwe bigre. Ji ber vê yekê ji her xebatî û ji her cihekî re amade bû.
Di pêvajoya damezrandina Navenda Ragihandina YPG’ê de jî rêheval Xerîb bi awayekî çalak cihê xwe girt. Her çiqas zanabûna pîşeyî kêm bû, naskirina kar tune bû jî lê belê israr û fedekariya rêheval Xerîb û hevalên wî hişt ku Navenda Ragihandina YPG’ê bigihîje heya roja îro. Bi demê re dest bi xebatên pîroz yên danasîna şehîdên şoreşa Rojava-Bakurê Sûrî kir. Bernameyekî bi navê Cangoriyên Azadiyê amade kir û li kêleka wê tevahî xebatên ragihandinê de cihê xwe girt.
Rêheval Xerîb her kêliyekî ji jiyana xwe bi şoreşê re jiyan kir û dida jiyîn. Dîsa ji bona şopa hevrê û hevalên xwe yên di oxira şopandina heqîqetê de şehîd ketin de bimeşe û karê wan nîvço nehêle di qonaxa rizgarkirina Reqqayê de beşdarî pêngavê bû. Bi ruhê ragihandina hemû rastî û heqîqeta berxwedaniya şervanan ve çek û kameraya xwe li ser milên xwe kir û berê xwe da qada cengê. Di kêliya şopandina pêngava Tebqayê de, roja 20’ê Nîsana 2017’an di encamê teqîna mayînê de rêheval Xerîb şehîd ket.
Em wekî Navenda Ragihandina YPG di serî de yek ji damezrînerên saziya me rêheval Xerîb Welat, Mazlûm, Keder, Agirî, Arîn, Rêwan, Şîlan, Heqî, Fîraz, Tolhildan, Rohenda û hemû şehîdên ku di oxira şopandina rêya rastî û heqîqetê de gihiştin asta şehadetê bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.”