Di pêşketina civakê de bandorên heyî pêwîste bên ser ziman;
Bandorê herî bingehîn bandorê xwezayê ye. Rastiya mirov a fizîkî ji bo jiyînê di gelek milan de kêm e. Wek wan zindiyên din derfetên mirov ku xwe biparêze û jiyana xwe bidomîne nîne. Wek mînak çêlîkek ajalan di demek pir kurt de dikarin werin asta xwe dayîna jiyînê. Dîsa ji ber şert û zirûfên xwezayê postê qalin, dinanê tûj, pençeyên tûj ji bo ajalek xwe bide jiyîn pir girîngin. Lê ev di mirov de nînin. Zarokêk heya çend salan(di navbera çar deh û hijdeh salan de) nikare bêyî civakê xwe bide jiyîn. Pêwîste alîkarî ji der û dorê xwe bigre. Ev alîkarî jî bi zanebûn hatina gel hev a mirov e. Tenê hatina gel hev jî têr nake. Ji ber di xwezayê de gelek zindî hene ku bihevre digerin. Lê ev nayê wê wateyê ku civakîbûn heye. Di çerçoveya piştgirî, temamkerî, yekîtî û zanebûnê de hatina gel hev di civakê de li pêş e. Ev jî dihêle ku derkeve derveyî derfetên heyî. Ango derfet bi xwe avakirin pêş dikeve. Avakirin û çêkirin bi mirov, bi zihniyetê civakê re pêş dikeve. Ji ber li gor wan zindiyên din hîn di astek lewaz de ye, lê pêwîste xwe bide jiyîn jî, lêgerîna mirov bi civakê encam dibe. Civak şertê bingehîn ê hebûna mirov e. Bêyî civakê nabe ku mirov bi tena xwe bijî. Bijî ji derbasî asta pirîmat ango asta ajaltî bibe.
Wek rêbertî jî tîne ser ziman yek ji taybetmendiyê zihniyet esnekbûna zihniyet e. Esnektiya zihniyetê mirov li ser pêşketinê gelek bandor dike. Me gotibu ku di giştî gerdûnê de hişek heye. Bes ev hişê heyî di astek teng de xwe dide der. Bi nave kî din di çerçoveya wan sê pêwîstiyên bingehîn ê jiyanê de xwe di de der. Ev her sê taybetmendiyên bingehîn xwe têrkirin, xwe parastin û xwe zêdekirin in. Tişta di xwezaya yekemîn de pêş dikeve dernakeve derveyî vê. Tercîhek azad pêş nakeve. Bes di mirov û zihniyetê mirov de ev nêzîkati derdikeve derveyî van her sê pêwîstiyan û avakirin pêş dikeve. Li kêleka wan derfetên xwezayê, mirov bixwe jî derfetan avadike û xwe li ser wê dide jiyîn. Lêkolîn, lêhûrbûn û şîroveya di mirov de dihêle ku lêgerîn jî zêde bibin.
Wek mînak nebatek, kulîlkek tenê di wê qada xwe de dikare xwe bide jiyîn. Herî zêde bi bandorê ba re dikare tohvên xwe bigihîjîne çend metre dûrî xwe. An jî darek bi rehên xwe dikare hindek xwe belav bike. Ji wê wêdetir hêza a xwe li der û dor belavkirinê nîne. Ev di ajalekî de jî wusa ye. Ajal zindiyek ji nebatan hîn pêşketîtire. Lê wek mirov nikare bi tercîhekî azad tev bigere. Ajal jî nikare derkeve derveyî wan derfetên xwezayê pêşkeş kirî.
Lê ev di mirov de hîn cûdatir e. Mirov bi şîrovekirinê xwe, ji bo pêwîstiyên xwe baştir bi cî bîne hîn zêdetir derfetê belavbûnê avadike. Di çerçoveya tercîhê azad de dikare ji cîyê lê derkeve û ber bi ciyên din ve biçe. Qadên jiyana mirov hîn berferehtir e. Mirov bi zihniyetê xwe ê peşketî amûra çêdike, derfetan avadike û xwe dide jiyîn. Tenê di yek demsalê de na. Dikare xwe li gor hemû demsalan amade bike û rêxistin bike.
Esnekbûna zihnê mirov dihêle him li derve him jî li ciyê disekine xwe bide jiyîn. Em dikarin bibêjin ku zihniyetê mirov li ser mirov û pêşketina civakê gelek bi bandor e. Dîsa cîvakîbûn jî li ser pêşketina zihniyetê mirov bi bandor e.
Di pêşketina zihniyetê mirov de yek bandorê din amûr pêş xistin û bi kar anîn e. Hîn ji destpêkê de dema mirov kevir girt destê xwe û xwe parast di çerçoveya firkrandinekê de bû. Kevir girtina dest, rakirin û avêtin hemû li ser armancekî pêş ketiye. Bêyî fikrandinekê mirov nikare bigre dest. Dîsa ji bo xwe ji berf, baran, seqem, germê biparêzre pêwîstiya mirov bi hin avahiyan heye. Wek wan zindiyên din di mile fizîkî de ne hatiye xemilandin. Wek me anî ser ziman pençe û dinanê tûj an postek qalin nîne ku xwe li hember şert û zirûfên xwezayê biparêze. Ji bo ev derfe nînin lêgerîn pêş dikeve. Di encamê van lêgerîna de-bêgoman ji xwezaya yekemîn qût nîne, di nav hevsengiyekê de ji çavdêriyên xwe dikeve rê- hin amûr û avahiyan pêş dixe. Ev ji bo berdewamiya jiyana mirov girîng e. Bi pêşketina pêwîstiyan çavderî, bi çavderîyan fikrandin, bi fikrandinê jî derfet avakirin pêş dekeve.
Dîsa, li ser herdû lingê xwe sekinîn, mezinbûna mêjî, bi karanîna destê xwe, çav ji kêlekê ber bi pêş de hatin, têkiliya di navbera dayîk û zarok de hişt kû mirov di mile zihî û civakî de pêş bikeve. Ev hemû bandorên ku li ser zihniyetê mirov û hiştiye mirov pêş bikeve ye. Dema em van digrin dest û şîrove dikin em dibînin ku zihniyetê mirov bi civakîbûnê re di heman aste de pêş ketiye. An go herdû dinav hevsengiyekê de, bi hevre pêş ketine.
Yek sedemê herî girîng ku pêşketina zihniyet û civakê pêş xistî, ji zimanê beden ber bi zimanê simgesel ve çuyîne. Berê mirov hîn zêdetir bi teqlît kirina dengên xwezayê û laşê xwe bi kar anînê xwe dida îfadekirin. Bes bi demêre qirik û erzînga mirov şikil girt. Bi vê şikil girtinê re peyv derketin. Derketina peyvan ji ziman û di mêjîde şiklê wan avakirin ji bo mirov astek çûda ye. Êdî pêwîstî raste rast nîşankirin wêdetir tiştê dixwazin bibêjin di mêjî de jî ava dibe. Ev di heman demê de pêşketina mêjî û zihniyet e.
Ev tiştê ku me anîn ser ziman di heman demê de tiştên ku civaka mirov ji wan zindiyên din çûda dike ye. Li kêleka hişê hêstî di mirov de hişê analitik pêşketiye. Dema em hişê analîtîk digrin dest û pênasedikin em dibêjin şert û zirûfên heyî bi şîrove, lêhûrbûn, lêkolîn û avakirinê girtina dest e. Ango ne tenê di mile ajoyan de her wusa bi avakirina amûran jiyan hîn zêdetir ji bo mirov rihetir dibe. Ev jî hişê analîtîk e ku di mirov de heye. Hişê analîtîk wek xwezaya dûemîn di civakê de pêş dikeve. Ji bo wê em dibêjin mirov an civak di asta herî jor de gihîştina ferqa xwe a gerdûnê ye. Di vê çerçovê de dema em bigrin dest emê baştir zihniyet û pêşketina civakê fêhm bikin.
Di pêşketina hişê civakî de wek destpêk em dikarin Anîmîzm bigrin dest. Anîmîzm tê wateya jîndîtiyê. Ango li gor vê ferasetê her tiştê di xwezayê de heyî zîndî ye. Her tiştek di çerçoveya armanç û wateyekê de heye. Ti tişt bê wate û bê armanç nîne. Di civaka xwezayî de zihniyetê dihat jiyîn ev feraset bû. Li gor mirovan her tiştê di xwezayê de heyî xwedî rihekî û jiyanekî ye. Wek xwe zîndî dîtin tişta dihat jiyîn bû. Ji bo wê jî wek pîrozî li wan zindiyên din meyzekirin hebû. Mirovên civaka xwezayî her tişt zindî didîtin. Çawa ku di mirov de rihek heye û dijî di wan tiştên din de jî rihek heye û dijîn. Ji bo wê jî pêwîste rast nêzîkî wan bibin. Bê rêzî nekin, dema pêwîstiyên xwe bi cî tînin jî şikir bikin û lêborîna xwe bixwazin. Tişta dihat jiyîn ev bû.
Ji xwe di civaka xwezayî de derveyî pêwîstiyên xwe tişt girtin û komkirina gel xwe nebû. Dema mirovek dimir ew ber bi xwezayê ve berdidan. Ji ber ew ji xwezayê hatibûn û wê cardin biçin xwezayê. Ev nêzîkatiyek gerdûniye. Ango hemû gerdûn zindî dîtine. Niha zanista heyî di van mijaran de digihêje hin encaman. Bi taybet bi kuantum û kozmosê ev hîn zêdetir pêş dikeve. Bi dîroka serdestan a hiyerarşik û dewletparêz ev feraset hatibû berovajîkirin. Rixmê zanista heyî ev bi şiklek baş dernexistibe jî ev feraset hîn di destpêka civakîbûnê de, di pêvajoya civaka xwezayî de xwe dida jiyîn.
Civak wek klan hebûna xwe di wan zindiyan de dibîne. Em dibînin feraseta tetîşîzmê a amûr pîroz kirin divê pêvajoya civaka xwezayî de xwe dide der. Pîrozkirina van amûran an tiştan di çerçoveya berjewendiyên civakê de ye. Li gor civakê ev tişt wî diparêze. Zêdeyî jî ji çavdêriyê xwe derdikeve rê û pênase pêş dikeve.
Yek nêzîkatiyek din jî tometîzm e. Ev feraset jî ji xwezayê qût nayê dest girtin. Di vir de tişta li pêş totem-tişt ji nav xwezayê hilbijartine. Her klanek totemek xwe heye û wî totemî pîroz dike. Tê payîn ku ev totem civakê diparêze, ji bo jiyana civakê bi bandore. Gelek caran ew ji tehlûkeyan parastiye û di berhem girtinê de buye alîkar. Tişta divir de derdikeve temamkeriye. Xwe ji ên derûdor cûda negirtina dest e. Xwe di wî tiştî de ew tişt jî di xwe de dîtin e. çêbûn bixwe li ser esasê hevûdû temamkirinê pêş dikeve. Ti tişt hevûdû hûnda nake an tûne nake. Berovajî vê bi dewlemendî hevûdû zêde dike. Ev feraset di civaka xwezayî de di nav mirov de di pêşde ye. Bi pêşketina civak û zihniyet re hişê civakî jî digihîje astek din.
Bi taybet bandorê jinê ê li ser civakê, hişmendiya civakê jî hîn pêşdetir dibe. Rol û mîsyonek xwezayî ê jinê di pêşde ye. Ev rol û misyon ji taybetmendiyên jinê ê pêşengtiyê tên. Zarok anîn û mezinkirina jinê dihêle ku bi xwezayê re yek bê dîtin. Dîsa di mile komkirina ser hev a civakê de bandorê jinê berbiçav e. Jin bi nêzîkatiya xwe a xwezayî wekheviyekê dinav civakê de pêş dixe. Civak çawa ku xwezayê pîroz dibine jin-dayikê jî wusa pîroz dibine û wek pêşeng jixwe re dihilbijêre. Bi taybet ev di pêvajoya civaka neolitik de digihêje lûtkeyê. Yek ji taybetmendiyê civaka neolîtîkê hevsengiya dinava hişê hêstî û analîtîkde ye. Ev dihêle ku di her milî de rast nêzîkatî bê çêkirin. Bi taybet pêşketina çandiniyê û kedîkirina ajalan re ev hevsengî hîn bi wate dibe. Ew jiyana berê a nêçîrtî û komkerî bi jin-dayîk û pêkanînên wê re çanda gundîtî yê pêş dixe. Êdî koçerti yê wêdetîr li şûna xwe bi axêre buyîna yek derdikeve pêş.
Ji ber pêvajoya neolîtîkê di gelek milan de cîvakîbûnek rast e îrojî em dixwazin wan tiştê hatî jiyîn di jiyana xwe de pêk bînin. Ew pêvajo di her milîde hevsengiyek dinav xwe de dihewand. Têkiliyên di navbera jin û zilam de, têkiliyên dinav civak û xwezayê de û nêzîkatiya azadiyê û wekheviyê bi şêwazek pir xwezayî dihat jiyîn. Di avakirina jiyanek wusa de bandorê jinê di astek jor de ye. Di civaka xwezayî giştî de pîroziyek jinê heye. Ev di pêvajoya neolîtîk de hîn pêş dikeve. Digihêje asta xwedavendiyê.
Di civaka xwezayî de bi şamantî û efsûnkeriyê zihniyetê civakê hîn zêdetir pêş dikeve. Jiber bi şamantî û efsûnkerî baweriya mirovan wek sazî xwe pêş dixe. Di aliyê hişmendiya civakî de şaman û efsûnker rolek girîng dilîzin. Ji ber di milê bawerî de civak xwe digihîjîne astek bilindtir. Ê kû em dibêjin şaman ew kesên ku hîn zêdetir bi xwezayê re dinav têkiliyê de ne û dikarin şert û zirûfên xwezayê bixwînin in. Dîsa efsûnker jî berhemên ku ji xwezayê girtî derman çêkirin û ji bo nexweşiya bikar anîn de rolek mezin dilîze. Em dikarin bibêjin ku zanayên civaka xwezayî êv kes bûn. Xweza şîrovekirin û li gor pêwîstiyên civakê berhem amadekirin di van kesan de derdiket pêş. Di vir de jî em dibînin ku ji xwezayê qût nêzîkatî nîne. Hîn ji xwezayê sûd girtin û pêwîstiyê civakê pêkanîn di pêş deye. Ji ber berhemê dayî ji xwezayê re mînet nîşandan heye. Wate di vir de hîn zêdetir derdikeve pêş.
Ev pêvajoya me bilêv kir sedî 98 ê civakîbûnê ye.
Em têkoşîna xwe wek têkoşînek zihnî bilêv dikin. Ger rast fêhmkirinek zihnî çêbibe têkoşîna ku em niha dimeşînin jî wê hîn bi wate bibe. Ji ber îro di astek pir jor de berovajîkirina hişmendî û zihniyetê mirov dipêşde ye. Zihniytê îro xwe li ser civakan ferz dike zihniyetek ji rê derketiye. Ger em dibêjin ji rê derketiye wê demê zihniyetê rast çi ye em wî fêhm bikin. Ew jî pêwîste ku hîn ji derketinê bê destgirtin. Rêbazek cûda wê şaş meyzekirin, şîroveyên ne dicî de bîne.
ZERDEŞT TOLHILDAN
ÇAVKANÎ: KOMUNAR