NAVENDA NÛÇEYAN – Duh dayikên ku li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gebze bi armanca balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin rastî tuntî û mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi jopan bi awayekî dijwar û tund dayik dahftan û neheqiyên giran li dayikan kirin. Li ser vê gelek kesî bertek nîşan dan. Piştî dayik meşiyan û ji cihê çalakiyê bi dûr ketin polîsan da dû wan û polîsekî sivîl bi jopê di dest xwe de li pişta wan da û dahf dan. Piştî dîmenên vê yekê li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşan da. Bi hezaran kesî bi taga “#AnnelerDirenişte” û mijara “Gebze Cezaevi” bertek nîşan dan û ev tag û mijar di rojeva twîtterê de cihê xwe girt.
Piştî bertek zêde bûn Walitiya Kocaeliyê daxuyanî da û diyar kir ku polîs erk û armanca xwe derbas kiriye, lê bes navê wî eşkere nekir. Walitiyê anî ziman ku der barê polîs de lêpirsîna ewlehiyê daye destpêkirin û der barê wî de tu agahî neda raya giştî.
Polîsê faşîst bi nave Merih İşmen ku bi jop êrîşî dayikan kir beriya 2014 li Bekirpaşa li Eminyeta Polîsan ya giştî wek komserê giştî dixebitî û piştre li Saraybahçe karê xwe domand. Hin jî li Kocaelî karê polîstiyê dike.